Akademiya Şehîd Xebat a perwerdeya leşkerî ya bajarê Hesekê dewreyeke nû ji 52 şervanan re di bin navê "Şehîd Rênas" de ya ku mehekê domand, bi dawî kir. Şervanan di perwerdeyê de waneyên leşkerî û bîrdozî, standin‫.‬ Marasîm bi deqeyeke rêzgiritin dest pê kir, piştre Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê derbarê rola YPG’ê di parastina gelê Rojava de, axivî‫.‬ Di marasîmê de avakirina tabûreke nû ya YPG ê di bin navê tabûra " Şehîd Rênas"de, hat îlankirin, paşê şervanan sûnd xwarin ku dê xak û gelê Rojava biparêzin‫.‬ Marasîm bi dîlan û stranên koma Tolhildan a hunerê bi dawî bû. 

HESEKÊ