Bi munasebeta îlankirina tabûrê merasîmek leşkeri hate lidarxistin. Merasîma ku bi dehan welatiyên herêmê beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di merasîmê de Fermandara YPJ'ê Jînda Efrînî axivî û destnîşan kir ku wan li dijî kiryarên hovane yên komên çekdar ên li gundên Tileran û Tilhasilê û komkujiyên ku bi navê Îslamê li dijî jinan pêk tînin, Tabûra Şehîd Gulê Selmo ava kiriye.
Di merasîmê de peyamên Rêxistina Yekîtiya Star, sazî û rêxistinên jinan ên bajarê Efrînê jî hatin xwendin. Piştî merasîmê, endamên tabûrê li navend û baregehên leşkerî yên herêmê hatin erkdarkirin. 


Bendên kontrolê yên Reco amanetî jinane
Jinên kurd li navçeya Raco ya Efrînê li bendên kontrolê nobetê digrin û herêmên xwe diparêzin. Di pêvajoya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de,  jinên kurd bi çalakî tevî nava hemû xebatan bûn.  Jinan her wiha ji bo ewlekarî û parastina herêmên kurdî jî roleke girîng girtine ser milê xwe. Jinên kurd li navçeya Raco ya Efrînê li bendên kontrolê nobetê digrin û herêmên xwe diparêzin. Jina binavê Meryem Şêxo ku li benda kontrolê nobetê digre, koçberiya ciwanên kurd û reva ji welat şermezarkir. Meryem da zanîn ku  “Reva ji welat şermeke mezin e, ez ji ciwanan re dibêjim ku vaye em jin dikarin welatê xwe biparêzin.”
Jina li ser bendên kontrolê Suhêla Hebeş jî bang li ciwanan kir ku malên xwe bernedin û li kêleka yekîneyên Parastina Gel YPG û YPJ’ê welatê xwe biparêzin. 

EFRÎN




Ji bo jinan perwerdeya parastinê  

Jinên kurd li bajarê Hesekê bi armanca ku xwe ji êrîşên komên çeteyan biparêzin tevli perwerdeya bikaranîna çekan dibin. Piştî banga seferberiyê ya giştî, bi armanca parastina xwe bikin, ji gelek beşên civakê tevli perwerdeya çekan bûn.  Gelek jinên bajarê Hesekê bi wê armanca ku xwe ji komên çete biparêzin tevli perwerdeya bikaranîna çekan bûn. Yek ji wan jinên ku perwerde dibîne Mizgîn Oso diyar kir ku ew bi armanca ku bi karibin mal û zarokên xwe biparêzin tevli nava perwedeya bikaranîna çekan bûne. Bêrîvan Derwîş jî destnîşan kir gelek jinên bajar dixwazin beşdarî dewreyên perwerdeyê bibin. 

HESEKÊ