Bi awayekî ku her kesî û tiştî bide ber xwe, roja me ya îro ji bo dîrokê biafirîne, mîna şapeyekê ha ha bi ser me de tê, ya rastî weke bangorekî di ser me re diçê. Li Rojava hefteya bihurî hêza mîna ava li golekê bigewime berhev bûyî û bendên xwe teqandî bi pêngaveke eskerî çeteyên el-Nusra û Ehrar el-Şamê şikandin. Piştî rizgarkirina Dêr Cemalê, doh û pêr jî Erfet, gundên Kefr Naya û Kefr Nasih hatin rizgarkirin. Bi pêşenigiya QSD’ê piştî riygarkirina Merae, YPG û QSD wê karibin DAIŞ’ê ji du aliyan ve bixin nav diranên xwe û bicûn: ji rojava ve ji aliyê Efrînê û ji rojhilat ve ji Kobanê.

Di rewşeke bi vî rengî de hîna helwêsta hin Kurdan cihê minaqeşeyê ye. Mîna ku ne li bîra wan be, dema ku hindik mabû Kobanê bikeve, ji kêfan kef bi dev û diranên dewleta Tirk û rayedarên wê dikeve, û niha jî bi hinceta ku çeteyên wê dişkin gundewarên Efrîn, Dêr Cemal û Erfetê dide ber topan. Dema vê dike jî bi zanîn herî zêde zirarê dixwaze bigihîne sivîlan. 

Ha ew Kurdên ku karîn ji bo komkujiyên dewleta Tirk li Cizîrê binivîsîn “PKK ji Cizîrê hat derxistin” û ew Kurdên ku parlemanterên desthilatdariya dewleta Tirk in û ew Kurdên ku li şûna gunehekî li cem dagirkeran jî bibînin hema wê bibêjin “YDG-H ev nekira dewletê ev nedikir”. Ji wan we ye miletê Kurd kerr e, kor e û korfêhm e, ji tiştekî fêm nake û wê ji wan nepirse, “Kuro ma li gora te ev erdên kê ne, yên dagirkeran an ên zarokên vî miletî?”

Ew ê karibin bersivekê bidin vê pirsê jî, lewma çawa li cem me Toriyan dibêjin, rûyê wan bûye şekal! Ango êdî şerm nemaye li cem wan, ji xwe fedî nakin. Ji xwe fedî nakin ku pi,stî evqas berdêl û têkoşînê jî hina di rojeva miletê Kurd de weke kurmê darê her cihê xwe digirin, ya rastî rojeva me dagir dikin. Çawa dewleta Tirk erd û welatê me dagir dike, ev ecaîbên kesanedî jî dagirkerên rojeva me ne. Bi Quran û mishefan bes e ji derdê we. 

Piştî Cizîrê êdî çû û nema tê. Miletê Kurd êdî ser bi xwe ye. Heke biryara serxwebûna bi maneya qutbûna ji tirkiyê jî bide û heke biryara statuyeke berfireh a xweseriyê be û heke êdî bi nav û gewde çi be, ew ê biryara wî be û hew guh bide van çeqelokan. Cizîr Dimdimeke serdema me ya modern bû. Çawa Dimdimê peyveke serfiraziyê ji qewmê Kurd re afirand, Cizîrê minaqeşeyeke serfiraziya neteweyî ava kir. Ma ew gotinên hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç yên dawiyê ji qehremanên kîjan efsaneyê ne zêdetir bûn? Şehîdên Cizîrê welatekî azad diyarî miletê Kurd kirin. Miletê Kurd jî miletekî bi wefa ye, çawa hîna li ser Xanê Lepzêrîn dinihurîne, wê li ser Cizîrê jî tevî barê sedsalan alayeke serfiraziyê li ba bike. Serhatiya Cizîrê û Kobanê wê bibin yek û bibin tacîdariya neteweya demokratîk a Kurd.