
Baroya Amedê û parazvanên mafên mirovan, Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 2’yemîn salvegera kuştina wî de doh li ber Minareya Çarling saet 10.53’an bi bîr anîn. Di bîranînê de qisekeran got, kuştina Elçî mîlada serdemeke şer û tarî ye û banga ronîkirina bûyerê kirin. Hevjîna Elçî, Turkan Elçî, wekîlên HDP’ê û CHP’ê, serokên baroyan, akademîsyen, parazvanên mafê mirovan, nivîskar, ronakbîr, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî û gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdarî merasîma bibîranînê bûn. Ji ber beşdariya zêde cih li kolanê nema. Di bîranînê de pankarta wêneyê Elçî li ser a bi nivîsa “Em te ji bîr nakin” û pankarta gotina Elçî ya beriya bê kuştin a “Em li şûnwarê hevpar ê mirovahiyê şer û operasyonan naxwazin”, hatin hildan.
Di bibîranînê de li qeyda dengê Elçî ku beriya bê kuştin li ber Minareyê axivîbû hat guhdarkirin. Pişt re saet di 10.53’an de ku Elçî jiyana xwe ji dest dabû rêzgirtin pêk hat. Di bîranînê de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen daxuyanî da.
'Em li gel dengê Elçî ne’
Ozmen ji bo dengê Tahir Elçî got, “Ev deng dengê hiqûq, wijdan û edaletê ye. Ev deng wê qet neye bêdengkirin. Em bi vê baweriyê soza xwe dubare dikin û em li gel dengê Tahîr Elçî ne.”
Ozmen ji bo qetilkirina Elçî jî got, piştî bûyerê rejîma zextan zêde bû, hiqûqa mafên mirovan a gerdûnî, mafên demokratîk û takekesî hatin astengkirin.
Ozmen bi bîr xist ku piştî tîrmeha 2015’an Tirkiye ber bi pêvajoyeke din ve çû û wiha axivî: “Pêvajoya 28’ê Mijdarê ji bo demokrasî û aştiya Tirkiyeyê bû pêvajoya mîladê. Mixabin ji nû ve li şûna diyalog, muzakere û çareseriyê şidet û polîtîkaya ewlekariyê cih girt.”
Ozmen di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser nêzîkatiya daraz û hiqûqê ya li hember doza Tahîr Elçî û bang kir ku demildest bûyer bê ronîkirin.
Piştî axaftina Ozmen, hevjîna Elçî Turkan Elçî û yên pê re qurnefîl û wêneyên Elçî bi bariyerên polîsan kir ku li pêşiya Minareyê wek barîkat hatine danîn.
Di nava rojê de Elçî li ser gora xwe jî hat bibîranîn.
MA / AMED