Çalakiyên li dijî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk li Rojava, li paytexta Elmanyayê Berlînê bê navber hene. ji bo vê doh li meydana nêzî parlamena federal a Elman Brandenburger Tor dezgeha agahdarkirinê hat danîn. Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) çalakî organîze kir. Li cihê dezgehê agahdarkirinê alayên YPG/YPJ´ê hatin daliqandin. Çalakgeran jî ji bo balê bikişînin ser qirkeriya dewleta Tirk û komkujiyên li dijî sivîlan, berdilkên spî yên mîna kefenan li xwe kirin. Li ser van berdilkan şûna dest a xwînî hebû ku îşaret bi xwînmijiya dewleta Tirk û çeteyên wê dike. Çalakgeran bi axaftinên xwe li vê meydana nêzî sefareta DYE´yê jî hevdîtina Trump û Erdogan jî protesto kir. 

 

 BERLÎN