Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) ya Ewrûpayê ji bo çalakiyên 3 û 5’ê Tebaxê yên li Ewrûpayê bi wesîleya 3. salvegera qirrkirina Êzîdiyan li Şengalê, banga beşdarbûnê kir. 

Di destpêka daxuyaniya nivîskî ya TAJÊ´yê de hat gotin, “Em TAJÊ Ewrûpa, hemû cangoriyên 74 Fermanan û yên tevahiya şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînîn, ji bo rizgarkirina jinên Şengalî têkoşîna xwe ya asta herî jor, didin meşandin û berxwedana YJŞ û YBŞ silav dikin.” 

TAJÊ Ewrûpa ragihand, ku vê qirrkirinê di heman demê de nîşanî wan daye ku bê parastin, bê xweseriyê nikarin hebûna xwe biparêzin û destnîşan kir, ku di vê demê de bi rêxistinbûna xwe ya xweser, wan bersiv daye vê qirrkirinê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku TAJÊ-Ewrûpa wê li ser van esasan li hemû bajarên Elmanya û dewletên Ewrûpayê bi hemwextî bi TJK-E re roja 3’ê Tebaxê çalakiya rêzgirtinê saet di 11:15’an de li dar bixe.


Roja navneteweyî ya çalakiya li dijî qirkirina jinê

TAJÊ Ewrûpa diyar kir, li derveyî vê, wê rêze çalakiyên; mîtîng, semîner û civînên bîranînê jî werin lidarxistin û got, “Wekî din roja 5’ê Tebaxê hem meşên navendî li bajarê Celle yê Elmanyayê û yên xwecihî bi slogana ‘Bi civakeke demokratîk ber bi Şengala xweser û azad ve’  bi pêşengtiya jinên Kurd tên lidarxistin. Di heman demê de bi slogana ‘Me jinên dîlgirtî ji bîr nekir û ji bîr nakin. Azadiya Jinên Şengalê Azadiya me ye’ roja 3’ê Tebaxê bi şaredariyên bajaran ên welatên Ewrûpa di serî de Elmanyayê, Fransa, Ingilistan hwd. çalakî tên lidarxistin. Gelek rêxistinên, sazî û platformên jinên biyanî piştgiriyê didin van çalakiyan.

Ji ber vê em bang li jinên cîhanê dikin, 3’ê Tebaxê wek roja navneteweyî ya çalakiya li dijî qirkirina jinê bigrin dest û di vê rojê de bi çalakiyên cihereng balê bikşînin ser rewşa jinên Şengalê yên qetilkirî, dîlgirtî û kolekirî.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, ku wê plansaziya çalakiyan di demeke nêz de bi berfirehî bê eşkerekirin.