Li vir daxuyanî dan çapemeniyê hat dayîn. Serokê Odeya Tabîban a Amedê Cengiz Gunay, li ser navê komê daxuyanî da û anî ziman ku ev wêrankirin encama polîtîkayên tunekirina xwezaya Geliyê Dîcleyê ye û wiha got: “Bi vê wêrankirinê re wê 189 cureyên çûkên ku nifşên wan li ser ruyê ertê tune ne wenda bibin.” Gunay, diyarkir ku ji ber bajar bi lezgîn û bê kontrol mezin dibe, bandora neyînî li ser xwezayê dike. Bandora neyînî li ser aborî, civakî, ekolojî û derdorê dike û got, Geliyê Dicleyê di qada cureyên zindiyan de pir rengîn û pir dewlemende. Lê ji ber polîtîkayên pêş dikevin em windabûn û wêrankirina van curayên zindîyan temaşe dikin.
Divê bê rawestanin
Gunay, bal kişand ser daxuyaniya Rektoriya Zanîngehê û wiha got: “Rektorî dibêje ev qada dar lê hatine birîn hewq û avzêmk e. Dîsa dibêjin darên hatine birîn “Gihayê biyanî” ye. Lê bi sedan cureyên nebatan û nêzî 189 cureyên çûkan dê tune bibin. Li tu deverên cîhanê ji bo kontrola pêşûyan dar nayên birîn û xweza nayê wêrankirin. Dîsa Baxçeyê Hewselê li gel Birca Amedê ji bo mîrateya cîhanê pêşkêşî UNESCO hatiye kirin. Niha rayedar wekî xwezaya Derya Sipî û Derya Reş dixwazin erdnîgariya Kurdistanê jî wêran bikin. Gelek cûreyên li Geliyê Dîcle û Geliyê Firatê dijîn dê tune bibin.” Gunay, anî ziman ku li gorî Peymana Ramsarê xala 3895’an divê xweza neyê wêrankirin. Piştî daxuyaniyê heyet li nava ciwanan geriyan û xebatên wan temaşekirin û bi hevre wêrankirina xwezaya li herêmê lêkolîn kirin.
DÎHA/AMED