Yek: Kevneṣopiya dewleta tirk di warê poltikayê de li ser firsend, fêlbazî, zexelî, dek û dolaban avabûye. Wê tim firsendên dîrokî wek çekekê bikaraniye. Dema mirov li dîroka wan a nêz dinêre, dibîne ku wan dema ṣerê cihanê yê yekemîn wek firsendekê nirxandine û di wê pêvajoyê de qetliama Ermenî û suryanî-asûriyan pêkanîne. Li gel wê dîsa wan tevliheviya di navbera ṣoreṣa Sovyet û ṣerê cihanê yê duyem de jî wek firsend nirxandine û di wê demê de kurd di qetlîamê re derbazkirine.
Serkariya wan ya niha jî vê kriza aborî a emperyalîst û tevliheviya Rojhilata Navîn ji xwe re wek firsendeke kêrhatî dîtîye û dixebite ku li ser kevneṣopiya bav û kalên xwe bi qetialmeke nû kurdan biqedînin. Ji ber ku ṣer ne li ser qada Tirkiyê û li Kurdistanê ye, gelê tirk û ev serkeriya faṣîst zêde zirarê nabîne. Ji wê jî berteka li Tirkîyê hîç tune. Li aliyê din jî hîna pozê AKP eyiyekê xwîn nebûye. Keseke ji wan nehatiye girtin, neketiye erdê, lema jî bêtirs û bi awayekî bê perwa di ser kurdan de tên. Eger derbeke tund li tengala wan ketiba, ji tirsan xewnên wan revîba, dê hinek bi pîvan tevbigeriyana. Li gundan digotin: „Eger yekî bizina we dizî, hûn jî gayên wan bidizin ku ew cardin cerareta tiṣteke wiha nekin.“ Ango hetanê ṣûjin di AKP’ê re neyê çikkirin, pêṣî lê nayê girtin. Divê tirs têkeve hînavê hemû AKP’iyan.
Du: Kevneṣopiyeke dewleta tirk jî ya di warê aboriyê de ye. Roja ku bingehê dewleta osmanî hatiye avêtin, hetanê îro debar û aboriya wan li ser talanê ye. Di ṣer de talan dikirin, danîn û bi wê jiyana xwe didomandin. Ango ew li ser keda gelan, sêwî û belengazan jiyane. Piraniya dewlemendên wan ên vê demê li ser talana dewlemendiya ermeniyan barê xwe dagirtin. Mal û melalên wan bi tevahî talankirin. Dîsa dest danîn ser dewlemendiya Rûmên Anatolyayê. Ew qaṣo pilingên Antolya jî li ser talana karkerên li ewropayê barê xwe wergirtine. Lê niha jî wer xuyaye ku ji bo ku bikane vî ṣerê qirêj fînanse bikin, li aliyekê jî dixebitin ku dîsa yasayên talanê derbixin, daku bikanin dest daynin ser heyî û dewlemendiya welatparêzan.
Di dema Çîler de lîsteya kuṣtinê ya karbidestên kurd hate derxistin û mirovên gelek hêja hatin kuṣtin. Niha jî dixwezin rasterast dest daynin ser heyî û dewlemendiya karbidestên welatparêz û kesên ne AKP yî û fetullahî ne. Bêguman niha Fetullahê kafir fetwa helalbûna xenîmetê jî derxistiye û daye destên wan. Bi desteserkirina dewlemendî û heyîyê jî dixebitin ku di warê aboriyê de jî tekoṣînê bifetisînin.
Li aliyê din ji bo ku bikanin vê ṣerê qirêj fînanse bikin, erkê leṣkeriyê jî diguhezîn pereyan. Kê bikane bi dehezaran euro bide wan, dê neçin leṣkeriyê. Behsa dused, sêsed hezar kesên leṣkerî nekirine tê kirin. Dema mirov vê hesabî dike, tê digihîje ku çiqas pere dike. Ev ne tenê di vê wateyê de ye jî. Wê êdî kesên dewlemend zarokên xwe neṣînin leṣkeriyê. Wê tenê zarokên belengazan biçin. Dê di ṣer de jî tenê belengaz bimirin.
Sê: Ew ji bo ku bikanin bêbextî, xinizî û zexeliyên xwe veṣêrin, di dema êriṣkirin û kujeriyan de tim rojevên sunni, yan jî yên ji bo xapandina bala giṣtî diafirînin. Di wê kêliyê de xwe wek mirovên demoqrat, ji mafan re rêz digirin, alîgirên mexdûran e, nîṣan didin. Wek mînak ; ji bo ku Erdogan bikaniya kuṣtina zarokên kurdan veṣarta, xwedî li zarokên filistînê derket. Girtina dadwer û parêzerên buroya dadê ya sedsalê jî rastî nîqaṣên li ser kujeriya Dêrsimê û dema Abullah gul qiraliça ingîlîz ziyaret kir anîn. Ev ne tiṣteke tesadûf e. ev polîtîka wan ya zexel e. Li aliyê din lêborîn xwastin bi çar gotinan nabe. Lêborîn bi zerar û ziyan, bi tazmînat û mafên galan bi ṣûn ve dayînê dibe.
Çar: Kevneṣopiyeke wan jî; her kes û gelên ku mafekê dixwaze wek bêhiṣên ajan û gasikê deverekê îlan kirine. Vê bangaṣiyê ne tenê bi telal û çapemeniya xwe ya bi qirêjî dide kirin, bi destên hin endamên dijberê xwe jî bi rê ve dibin. Wek mînak: Ji ber ku ermenî û asûrî-suryanî xiristiyan bûn, wan ew wek ajanên xiristiyanan nîṣan dan. Her çendî tu têkiliyeke Ṣêx Seid ê gorbihuṣt bi îngîlîzan re tunebû jî, dewleta tirk bi xwe di hemêza îngîlîzan de bû, lê wan Ṣêx Seid wek ajanê îngîlîzan nîṣandan.
Îro jî heman metodî xistiye qada jiyanê. Bi xwe di hemêza NATO’yê de ye, bi îran, iraq û suriyê re flortan dike, bi xwe ji hemêza Ergenekonê derketiye, bi xwe taṣeron e, serok û elemanên MÎT’ê ew bi xwe ne, lê vê heriyê hem bi destê çapemeniya xwe ya bê sinc û hem jî bi destên kesên wek qotê heftê çarsaliyê rizyayî û hin derdorên ketî vê heriyê davêje ser Tevgera Azadî.
Wek encam; ku tew kurdekî jî li cihanê nemîne, lê divê dîsa jî pêṣî li vê serkariya Erdogan were girtin. Divê ew wek tewanbareke ṣerê qirêj di dadgehên navnetewî, yan jî dadgehên kurdan de were cezakirin.