Keleya Bagîn li bajarokê Xiranê yêMêzgêrê ye û ji ber ku nayê parastin bi hilweşanê re rû bi rû hatiye hiştin. Keleya ku Berî Îsa di sedsala 9'emîn de ji hêla Qiralê Urartuyan Menuass ve li gundê Bagîn wekî 'kele-bajar' hatiye avakirin, heta beriya demekê jî navendeke dewlemend bû, lê îro di hedefa defînegeran de ye.

Ji ber kolandinê bi destê defînegeran, hema bibêje kele hatiye talankirin û şopên wê yên dîrokî ji holê hatine rakirin.  Kîtabeya navbirî jî birine Muzexaneya Xarpêtê û wekî din kele bi tevahî bi serê xwe hatiye hiştin.

Li kêleka keleyê Ava Periyê diherike û li ser girekî bilind hatiye çêkirin. Dema li jêr tê nihêrîn, dîwarên wê yên piçûk tên xuya dibin. Keleya dîrokî ji hundur ve meydaneke fireh dihewîne. Ji ber ku demeke dirêj bê parastin hatiye hiştin beşeke dîwarê wê herifî ye û gelek odeyên wê jî bi axê tijî bûne. 

Dîsa gelek kevirên dîwarê sûrê ji hêla şêniyên gund ve hatine xirabkirin û di avahiyên li binê sûrê de hatine bi kar anîn. Defînegeran gelek dever kolane, û tevir û bêrên xwe jî hêj li herêmê hiştine

Piştî meşeke dirêj, bi zorê mirov digihêje keleyê, her çendî kele hatibe texrîbkirin jî dîsa ji geştyar elaqeyeke mezin nîşanî didin. Bi taybetî havînê ji bo dîtina zayîna bizinên kovî, gelek kes tên keleyê. 


 DÊRSIM