Mexdûrên erdhejê ji ber tunebûna tuvalet, ava germ û serşoyê pirsgirêkên mezin dibînin. Di encama bêderfetiyê de talûkeya zêdebûna nexweşiyên têger (şewb) jî hindî diçe zêde dibe. Pisporên tenduristiyê li ser mijarê daxuyandin ku di zûtirîn demê de pêşiya vê yekê bê girtin û ji mexdûran de konteynirên guncav bên amadekirin.
Ligel van pirsgirêkan jî dengên mexdûran nayê bihîstin. Pisporên tenduristiyê yên li herêma erdhejê bi boneya bûyerên gurîbûn û spih girtinê bi fikar in. Her roj zêdeyî 300 nexweş serî li Navenda Tenduristiyê ya ji aliyê Sendîqaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) û Yekîtiya Tebîban ve hatiye vekirin, didin. Mexdûrên erdhejê herê zêde ji nexweşiyên riyên bêhng girtinê, bi navîketin, gurî bûn û spîh girtinê gilî dikin. Pisporên tenduristiyê yên li navendê daxuyandin ku hindî diçe ev gilî zêde dibin û fikarên xwe yên wekî, “Dibe nexweşî di demek kin de têger bibin û tevahiya mexdûran bigirin” anîn ziman. Pispor diyar dikin ku ev nexweşî di encama jiyana li çadiran a nehîjiyenîk derdikevin holê wiha gotin:

‘Pêwistî bi konteyniran heye’

“Malbatên nivfûsên wan 7-8 kesin bi neçarî bi hevre, di çadirekê de dimînin. Ev çadir jî di navbera 5 û 10 metrekareyan dene. Ji ber vê yekê nexweşî zêde dibin. Bi sedan kesî heman çadir, baraka û tuvaletan bikar tînin. Heta rewşa jiyana mexdûran neguhere dê ev nexweşî berdewam bikin. Ji bo van nexweşiyên têger tenê derman tên dayîn û ev yek têrê nake. Di van şert û mercan de tu wateya dermanan jî tune ye.” Pisporan ban li mexdûrên edhrejê jî kirin ku di warê paqijiyê de zêdetir baldar bin û kincên li çadirên kesek lê gurîbûyî bên kelandin. Pisporan polîtîkayên Hikûmeta AKP’ê jî bi tundî şermezarkirin û xwestin ku di zûtirîn demê de derfetên tuvalet, ava germ û serşopê bên amadekirin. Pisporan derbirî ku ji bo vê yekê jî berî her tiştî hewceyî bi konteyniran heye.

‘Dibê ku pêşî lê neyê girtin’

Ji wezîfedarên navenda tenduristiyê Dr. Ayşe Jinî anî ziman ku tedbîr neyên girtin dê pêşiya nexweşiyan neyê girtin û wiha domand: “Lazim e ev pirsgirêk bên çareserkirin. Ava vexwarinê jî paqij nîne. Ne tenê tedawî hewceyî bi tedbîrên parastinê jî hene. Em li vir tenê dermanan didin. Lê ev yek dê çiqas têrê bike? Ne mimkûne ev rewş tenê bi tedawiya dermanan derbas bibe. Hewceyî bi konteyniran û derfetên jiyanek hîjiyenîk heye.” 

GULER CAN - DÎHA/WAN