SORGUL ŞÊXO / JINNEWS / TIL TEMIR
Nehîde Daban a 45 salî ku bi eslê xwe ji bajarê Kobanê ye û li bajarê Til Temir yê herêma Cizîrê dijî heya vê kêliyê jî destar bikartîne. Nehîde bi armanca ku çanda gelê Kurd ji windabûnê biparêze, hewl daye her tim bi destar kar bike.
Li dora destar civateke xweş
Nahîde bang li hemû jinan dike da ku li çanda xwe xwedî derkevin û wiha dipeyive :”Dema ku jin ji bo karê hêranê li dora destar û her wekîdin amûrên dîrokî kom dibin stranbêjiyê tê kirin. Jinên ku li dora destar kom dibin li gorî ahenga dengê destarî stranan jî dibêjin û çanda stranbêjiyê bi pêş ve dibin. Di her demsalê de ez destar bi kar tînin bi armanca ku ez vê çanda gelê Kurd ji windabûnê biparêzim. Çiqas çand were parastin, ewqasî jî dîrok tê mayîndekirin.”