MEDÎNE MAMEDOGLU/ŞÛJIN/MÊRDÎN
Jinên gundê Stîlîlê yê ser bi navçeya Mêrdînê Nisêbînê bi berxwedana xwe piştras in. Piştî zilma êrişên eskerî û qedexeyên dagirkeran ên derketina derve, du rojan çiyayên Stîlîliyan hatin şewitandin; jinên gund beramberî zilma dewletê got, tenê Kurdbûna me hinceta pêkanîna zilma dewleta Tirk e û bi “heger tangên wan hene, yê me jî berxwedana me heye” bersiv danê.
Hefteyên bihurî, li gundê Stilîlê yê ser bi Nisêbînê, dewleta Tirk derketina derve qedexe kiribû û agir berda bû daristanên çiyayên gund, ku di rojan dewam kiribû. Bi ser de jî eskeran destûr neda ku gund agir vemirînin û bi anonsên ji mizgeftan jî gefa ‘kî derkeve derve em ê lêxin’ li welatiyên vî gundê Kurdistanê xwarin.
Jina bi navê Azîze Suru a ji gund, got, koçberî li ser wan tê ferzkirin û wiha peyivî: “Dixwazin me ji vir derxin lê em ji vir derkevin û biçin ku derê. Em nikarin li bajaran bijîn. Em ê heta dawî li vir bimînin. Heta îro em neçûn, ji niha û pê ve jî em ê neçin. Her sal heman tiştî dikin. Şewatê derdixin, bê av dihêlin, sewalan dişewitînin. Lê em êdî hînî van bûne. Em heta îro bêdeng nemane û ji vir û pê ve jî em ê bêdeng nemînin.”
‘Xwedê jî şahid e em ê neçin cihekî din’
Jina bi navê Vesîle Ayhan jî destnîşan kir ku her sal dewlet li Kurdistanê van êrişan dike û got, “Çiya dişewitînin û gel hepsî malê dikin. Li gundê Xerabê Bava bi navê qedexeyê êşkence li gel kirin. Sewal telef kirin. Bi van rêbazan dixwazin gel mexdûr bikin. Di qedexeyê de çi ji destê wan tê, dikin. Bi hêrsa xwe van deran didin ber êgir. Daristan û darên me her sal tine dibin. Lê ew çi dikin bila bikin, xwedê jî şahid e em ê neçin cihekî din.”
Namîa Eldemîrê jî bal kişand ser hêrsa mezin a dewleta Tirk a dagirker ya li dijî gelê Kurd, got, hêrsa xwe ya li hember çiyayan bi şewitandina daristanan vedimirînin û wiha peyivî: “Ji bo van pêkanîna rewa bikin, Kurdbûna me têra wan dike, tangên wan hene lê ya me jî berxwedana me heye. Çi dikin bila bikin em ê ji vir neçin.”