Li Sîlopiyayê doh berê sibehê bi sedan leşkeran êrîşî taxa Yenîşehîrê kir û hewl dan bikevin taxê. Leşkerên ku hewl didin bikevin hundirê taxê, ji ser banên welatiyan êrîş dikin. Leşkeran mala parlemanterê HDP´ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî di navê de deriyên gelek malan şikandin û bi darê zorê ketin hundir. Ji ber ku trafoyên navçeyê hatiye hedefgirtin elektrîk jî li navçeyê qut bû.
Tank carinan taxê topebaran dikin. Welatî jî li ber bendan taxên xwe diparêzin.
Leşker û tîmên taybet ên bi tank û wesayîtên zirîhpoş êrîşê gel kir, rastî berxwedana gel hatin. Gel, bedena xwe li ber tankan û wesayîtên zirîhpoş kir çeper û destûr neda ku bikevin taxan.
Bi tankan êrîş birin ser Cizîrê jî
Li Cizîrê jî tank li girên dora navçeyê hatin bicihkirin û van tankan navçê topebaran kir. Tankên ku li Girê Evînê ku taxa Nûrê, Girê Cafer Sadik ê ku taxa Cûdî û girê Cîrf ê ku taxa Yafesê dibîne hatine bicihkirin, li dijî taxan êrîş pêk tên. Wesayîtên zirxî jî êrîşî taxên Cûdî û Nûrê dikin.
Hate zanîn ku li taxa Cûdî di êrîşan de welatiyen birîndar bû.
Leşker û polîsên ku li taxa Nûrê kolanên ku xendek li wan nînin, dorpêç kirî, deriyên malan şikandin û hewl didin bikevin malan. Polîsên ku malên welatiyan desteser kirin, welatî jî derb kirin.
Ligel êrîşên ku hêzên dewletê li navçeyê pêk tînin gel jî meşên girseyî li dar dixe.
ŞIRNEX