
Li paytexta Elmanyayê Berlînê, bi beşdariya partiyên siyasî SPD, Partiya Kesk, Partiya Çep (Die Linke), Komîteya Piştgiriya Kurdidstanê û NAV-DEM´ê li dijî şirketa Elman a çekan Rheinmetallê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Şirket dixwaze li Tirkiyeyl ji bo dewleta Tirk a faşîst fabrîkeyeke tankan çêke. Çalakî li ber otela ku Rheinmetallê lê civîn li dar dixist, bi rê ve çû. Di çalakiyê de tankeke bi rastî jî hat danîn û çalakvanan xwe li ber wê tankê avêtiye erdê. Çalakvanan pankarteke li ser nivîsandî “Tankan nedin Erdogan” jî hilgirt. Yek ji dovîzên balkêş ên çalakiyê jî peyama “Ne tevgerên azadiyê, firotina sîlehan qedexe bikin” bû.
BERLİN