Rojnameya Bildê jî meseleya tankên Elman ên di destê çeteyên dewleta Tirk de kire rojevê. Ew dibêje, peymana firotanê hatiye binpêkirin, diviyabû dewleta Tirk ew tank nedana çeteyên xwe.

 Rojname dibêje, berdevkê wezareta parastinê ya Elman gotiye, hikûmet nehatiye agahdarkirin. Li gorî peymanê divê Elmanya nivîskî bê agahdarkirin û ew jî dan yan jî firotana aliyê sêyem erê bike.

Rojnameya Elman Bildê doh bi nûçeyeke xwe bi mijara tankên Leopard 2 yên Elmanyayê firotî dewleta Tirk daket. Wê got, çeteyên rejîma Tirk tankên Leopard 2 yên Elman di êrişên Til Temirê de bi kar anîne û diyar kir ku bi vî rengî şertê ‘bikarneanîna ji aliyê kesên sêyem ve’ hatiye binpêkirin.

Careke din eşkere bû ku di êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê de ya 9’ê Cotmehê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, tankên Leopard 2 ên Elman hatine bikaranîn.

Yek ji rojnameyên sereke yên Elman Bild dibêje, li nêzî Til Temirê ku bi 30 kîlometreyî dûrî sînorê Tirkiye-Sûriyeyê ye tankên Elman ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine bikaranîn. Di nûçeyê de pirsa “Gelo Tirkiye bi tankên Elman kîjan lîstikê dilîze?” hate kirin. Nûçe bi sernivîsa “Diyariya Erdoganî: Asiyên (ji bo çeteyan dibêje) Sûrî bi tankên Elman şer dikin” hatiye weşandin.

   

Ji 2016´an ve tankên Elman hiqûqê binpê dikin

Berdevkekî çeteyên Tirk ji rojnameyê re axivî û piştrast kir ku artêşa Tirk hem panzerên ji bo veguheztina çeteyan û hem jî tank dane wan. Berdevk gotiye, “Tirkiye tank jî di nav de bi her rengî çek û cebilxaneyan dide me” û ev gotinên çeteyan jî nîşan didin ku peymana di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de hatiye binpêkirin.

Di nûçeyê de hate gotin, “Ji sala 2016’an û vir ve artêşa Tirk tankên şer ên Elman ên bingehîn Leopard 2´yan li Sûriyeyê di şer de bi kar tîne. Lê belê li gorî lêkolîna Bildê hikumeta Tirk tankên Leopard 2 dane serhildêrên Sûriyeyê.”

Yanî Elmanya û çapemeniya wê jî baş dizanin ku dewleta Tirk ji sala 2016´an ve sîlehên Elman di “şerekî êrişê yê li dijî hiqûqa navneteweyî” de  bi kar tîne; hem jî li dijî Kurdên ku li Sûrî bi her awayî mezlûm in. Yanî pirsa sereke a ku siyasetvan û çapemeniya Elman bikin diviya ev bûya, çima em sîlehan difiroşin qatilekî? Di vê nûçeyê de jî ew bi vê pirsê mijûl nabin. Lê serê xwe bi wê re diêşînin ku dewleta Çete yanî dewleta Tirk çawa van sîlehan dide çeteyên din.

Derdê wê ne binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye

Rojnameyê şertê “Wê nedin aliyekî sêyem û tenê ji aliyê leşkerên Tirk ve bên bikaranîn” bi bîr xistiye ku di dema firotinê de di navbera her du welatan de tê pejirandin. Li sala 2005´an gava ev peyman hatibû mohrkirin, hikûmeta hingê ya SPD´ê şirîka wê bi navbeynkariya wê, ev şert jî nerm û şêlo kiribû. Li gorî wê heger bidana aliyê sêyem jî diviyabû hikûmeta Elman ji vê bihata haydarkirin. Rojname dibêje, berdevkê Wezareta Parastinê ya Elman ragihandiye ku şertê firotinê nehatiye guhertin û Tirkiyeyê ew bi ti rengî agahdar nekirine.

Berdevk anî ziman ku ji bo tank ji aliyê hinekên din ve bên bikaranîn an jî wan bifiroşin hinekên din, divê hikumeta Elman a federal bi rengekî nivîskî bê agahdarkirin û hikûmet jî vê bipejirîne. Li gorî berdevk ev ev şert hîna jî lê ye.

Xwe kerr dikin

Erê ev şert lê ye, lê hikûmeta Elman a ku hevgirê gelek sûcên dewleta Tirk e, li vir jî dibe hevparê sûcên dewleta qatil û çete. Tevî ku dîmen nîşan didin çete tankên Leopard bi kar tînin, Saziya Kontrola Xizmetên Fînansî ya Federal (BAFA) ku peymanên bazirganiyê kontrol dike, îdîa kir ku der barê binpêkirina peymanê de li ber destê wan daneyeke eşkere nîne. Di Kurmaniyê de gotineke xweş heye, dibêje, ne ku his nekir, hez jê nekir. Ne ku Elmanyayê nedît û nebihîst tankên wê di destê çeteyên hov de ye, ji ber ku pirsa baş e te çima ew tank firotin  dewleteke çete wê ji wê bîn kirin û raya wê ya giştî wê ji wê nerazî bibe, hez jê nekir. Ji ber wê niha xwe kerr dike û dixwaze meseleyê bide jibîrkirin.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN