Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker ya 4’ê Hezîranê li qada Avaşînê de 2 gerîla şehîd bûne. HPG’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir. Li gorî vê, Melek Malgaz bi nasnav Berçem Ernesto ya li Şirnexê ji dayik bûye û Gevez Hacîlo Qizilbaş bi nasnav Tara Makû ya li Makûyê ji dayik bûye, 4ʼê Hezîranê di bombardûman artêşa Tirk a dagirker li Avaşînê de şehîd bûn. Di daxuyaniyê de li ser şehîdan tê gotin: ”Hevrêyên me Berçem û Tara li dijî zora dagirkeran bi helwesteke canbexşane bersiv dane. Ji bo dagirkeriya li ser Kurdistanê bi dawî bibe û ji bo gelê me bigihîje azadiyê, bûne xwediyê helwêsta canbexşane. Di serî de malbatên hevrêyên me Berçem û Tara, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin, em ê têkoşîna azadiyê ya şehîdên xwe yên qehreman bigihînin serfiraziyê.” ANF/BEHDÎNAN