Bi taybetî jî li welatê me û Tirkiyê bi dehan navên tarîqatan hene, tev de bi paşgîna „cî“ diqedin. Wek mînak gulencî, eczîmencî, îsamîlaxacî, muslumcî, suleymancî ûhwd.
Carê ev paşgîna „cî“ paşgîneke tirkî ye. Ango ev jî tê wê wateyê ku ev tarîqatên ha, di bin çengên mejî û mentelîteya serkariya tirk de hatine afirandin û birêkxistin. Ango maşeyên wê mentalîta nijadperestiya tirk in. Di birêkxistina van „ci“ yan de du armancên wan ên bingehîn hene. Yek ji bo xizmeta mantiqê serkariyê, ya duyem jî tehrîfkirina baweriya îslamiyetê ye.
Armanca yekem di dema osmaniyan de destpêkir û hîna jî mantiq neguheriye. Ku mirov hinek veke, vê rastiyê bi zelalî dibîne.
Baş tê zanîn ku împaratoriya osmanî xîlafet ji cih û warê pîroz yê ola îslamiyetê bi zora şûr qetand û anî Stembolê, di bin navê Şeyh-ul Îslam de xiste xizmeta serkariya osmaniyen, bi wan, fetwayên talan û qirkirina gelan dan derxistin, ji bo zewq û zevenga padîşahan jî kuştina birayan û „harem“ dan helalkirin.
Mantiqê van tarîqatên bi „cî“ diqedin jî li ser bingehê mantiqê osmaniyan hatiye afirandin. Ew li aliyekî bi her awayî dixebitin ku bi destê van tarîqatan dîn tahrîf bikin, bi wan tehrîfatan komên nezan û xewaran biafirînin; li aliyê din jî dixebitin ku ven tarîqatan biguhezînin çekên bêkêr, bi wan çekan li şiyar, rewşenbîr, demoqrat, gelên bindest û çînên xizanan jî werin xezebê. Wek mînak bikaranîna hizbul kontra. Dîsa hima bigire hemû îşkencekar, gardiyan, polêsên bêwîjdan, kujêrên veşartî jî ji van tarîqatan in. Her çendî di Quranê de dinivîse ku giyana Xwedê daye, tenê ew dikare bistîne jî, Fetullah bi aşîkarî bang dike ku bi sedhezaran Kurd werin qetilkirin. Rastiya tarîqatên bi „cî“ ev e.
Li gor armanca dudyan:
Bala xwe bidinê êdî kes hedîs û tefsîran naxwîne, behsa ayetên Quranê jî nakin. Pirtûk û gotinê Ayetullahan, F. Gulen, Bîn Ladin, Selefî û wan serkêşên tarîqatên bi „ci“ dixwînin. Êdî ne fetwayên li gor cevher û mantiqê Quran, fetwa û biryarên van kesan derbas dibin!
Li cihanê êdî navê îslamiyetê jî di bin siya van tarîqatan de maye! Dema navê îslamiyetê tê bihîstin, tenê ev tarîqatên cinawir û kujêr tên fêmkirin. Lema rengê îslamiyetê yê rast û cevherî nayê dîtin. Mixabin ku tu zanyarên îslamî jî di vî warî de serê xwe naêşînin û cesaret nakin ku ji bo xatirê îslamiyeta heqîqî jî, berê şûr û şerêxwe bidin van tarîqatên tahrîpkarên ku mirovên bêguneh ber bi cinawirbûnê ve dikişînin.
Hima bigire lu tu derê êdî „bi navê Xwedê sond xwarin“ tune. Tenê bi navê van serkêşên tarîqatan yên bi şanenavê „efendî“ sond tê xwarin, bi navê wan serkêşan êriş dikin. Bikaranîna şîyara „Allah û Ekber!“ jî tenê ji bo veşartina rastiyê ye. Bawerî ne bi Xwedê, pêximber û Quranê, baweriya xwe tenê bi nav û tehrîfatên van serkêşan tînin.
Tevahiya çavkaniyên aborî û fînansmanê, çeka dagirkerî, zordestî, bêwîjdanî, xwînxwarî û çewisandinê jî, li piraniya welatên îslam di destê van tarîqatên erka baweriyê kirine bin kontrola xwe de ye. Lema dengê kuştinê, dengê ruxandin û teqandinê, dengê îşkence û destdirêjahiyê ji sedî nod ji van welatên îslam tê.
Îslamiyeta paqij tenê di nava Kurdan de ma ye. Ew rastiya xwe di nimêjên îniyên sivîl de dibîne. Ev rastiya îslamiyetê ya di rêberiya Kurdan de jî, serkarên tirk yên di bin fermana tarîqatên bi paşgîna „cî“ de ye ditirsîne. Lema êdî êrişên nimêjên inîyên sivîl jî dikin. Êrişên cenazeyên gerilayan kirin jî di nava vê çarçovê de ye!
Ku îslamên girêdayiyê cevherên rastiya îslamiyetê ne, bikanin carê di vê çarçoveyê de li rastiyê binêrin û bi vê şiyarê li rastiya baweriya xwe xwedî derkevin, dê bikanin pêşî li tahrîfatên van mejîgeniyan jî bigirin.
Tarîqatan îslam parsel kirine
Dema tehrîbatên van tarîqatan yên li ser ola îslamî dixwînim û dibîhîsim, rasterast strana gorbihuşt hozan Mahsûnî Şerîf tê bîra min, wî wiha gotibû: „Dunya parsel parsel kirine!...“ Mirov dikane wê stranê wiha jî bibêje: „Îslamiyet parsel parsel kirine, ji cevherê wê tiştek nehîştine, Xwedê kok û rîçalên wan biqelîne!..“