Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Tartuffeyê ya ku ji aliyê Nivîskarê Fransî Moliere hatiye nivîsandin, li Enqereyê bû. Şanogeran piştî lîstikê çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê slav kir.

Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Tartuffeyê ya Moliere bi Kurdî dilîze û pêr êvarê jî li Enqereyê bû. Şanogeran piştî lîstikê çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê slav kir. Lîstika Şanoya Bajêr a Amedê li Weqfa Hacı Bektaş Velî ya Anadoliyê (HBVAKV) hat pêşandan. Lîstik tevî parlamenterên HDP’ê ji aliyê gelek kesan ve hat temaşekirin.

Çalakiya Leyla Guven hat silavkirin

Piştî ku lîstik qediya, lîstikvanan temaşevan silav kirin. Temaşevanan jî ji bo nîşan bidin wan performansa Şanoya Bajêr a Amedê ecibandiye, çepikên xurt ji wan re lêxistin. Lîstikvanan çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî silav kirin.

 

JINNEWS/ENQERE