Tava Havîna Hurdan bi şewqeke nû dibiriqe li asumanê welatê me! Hêvî berz, azadî bi coş, dilê gelê me şad, serkeftin li ber derî ye. Tirîjên wê tevahiya Kurdistanê gihezandiye şahiya rizgariyê. Bi vê ve girêdayî, wê ne tenê hemû plan, dek û dolabên fêlbazan ser û bin kir, ew bû tirsa dilê neyar û dagirkeran jî.
Gava Tava Havîna Kurdan ji kelah, bax û bîstanên Kobanî biriqî, tirîjên wê wekî birûskê di serê Enqerê de veda, Enqere gêj û sewsî bû. Tew nezanî ku helwesteke çawa werbigire, lema bi tanca êrişkarî leşkerê xwe li dor sînor daçikand, hima li pey bi navê qaşo artêşa azad belavokên tehdîtê dan belavkirin.
Dema Tava Havîna Kurdan ji Efrîna li ber çiyayê Kurmênc hê berztir tîrêjên xwe da bakur, di nava garana qaşo rojnamegerên li Enqerê de bû pilepil û pitepit, pisporên qestîmestî bi gotinên bêbingeh li ser ekranan qot (qurmê darê) qelaştin: Bi hawar û alarmeke karesetê, bang li serkêş û serhengan kirin. Li benda fermana helwesteke çawa nişandayînê man. Lê ew gêj, serkarî gêj, ferman gêj!
Kêliya tirîjên Tava Havîna Kurdan pêl bi pêl li Dirbespi, Amudê biriqî, roşta wê Qamişlokê dorpêç kir, tirîjên wê wek narînçokekê li ser serê serokwezîrê di nava postê padîşah de ye, teqiya. Bi vê teqînê re armanca wî ya bi dersên hilbijarte û ixanete ranta TRT6ê xapandinê vala derket, pamcik û pûncik li hev geriya, lema wî ji kerban erkê rociyê yê aşitî û xêrê ji bîr kir, li ber mêvanên xwe yên qaşo navnetewî bi tehdîtan gaf li kulîlkên azadiyê yên li Başûrêrojavayê Kurdistanê vedaye, xwar.
Rayedarên serkariya Tirk bi fermana serokwezîrê serê wî bi Tava Havîna Kurdan gêjbûye,  bilez û bez bang li nûnerên Konseya Neteweyî ya Muxalifa Sûriyê kiriye, şeva 23/7/2012 aniye Enqerê û bi wan re civyaye, di wê civînê de ji nûnerên Konseyî re gotiye "Divê Sûriyê perçe nebe, êdî xwe bidin hev, pêşiya PKK'ê bigirin. Em destûr nadin statû û rêveberiyeke li herêmên Kurdan pêk were!” Ew kesê nav Abdulbasitê pepûk jî bi pêşa Davutoglu ve zeliqiye, bi qesembîllah sond xwariye ku ne wan, dewleta Suri ew dever daye dest Kurdan, Kurd ne ji bo xwe ji bo nasnameyeke sûrî bigirin, berxwe didin!.
Rojnamegerên wan sergêj in
Ji ber perwerdeya wan ya nijadperestî, bendê wan ên ku di destê îstixbarata serkariyê de ye, serê tevahiya qaşo rojnamegerên Tirk wekî meşka dew tevlihev bûye. Her yek ji têl û lêdanekê lerzîn girtiye, dengekî tevlihev derdixein. Çend mînak ji van tevliheviyan:
Rojnamegerê bi navê Oktay Saglam bi van pirsan tê: „Ji bo pêşî li van pêşveçûnan girtinê; gelo wê pêşniyarên bikane ezberkirinan xirake werin? Emê bikanin bi şert û şûrtên berfirehkirina rêvebiriyên heremî yê li gor peymana yekitiya Ewropê pêşî li van rûdanan bigirin?“
Rojnameger Asli  Aydintaşbaş jî şiyarkirina rayedarên serkariyê bi van gotinan digihîjîne me: „Ev ne tenê sincî û moralî ye, li gel wê ji bo Tirkiyê mijareyeke ewlekariya netewî ye!“
Umit Bozdag jî bi hestê tirsnak wiha radigîhîne: „Wek encameke politikaya AKP ya Suriyê, PKK bûye ciranê me yê başûr.“ Ev zat wiha pêde diçe: “Pêşveçûna herî balkêş jî ev e, PKK li wir wek hêza parastinê derketiye pêş...!“
Ji zamanê Ihsan Dag jî wiha şirove dike: „PKK e her çiqas birêkxistineke Tirkiyê be, ew ew qas jî ya Kurdên Suriyê ye.... Hun hîna di wê baweriyê de ne ku Tirkiye bikane mijara Kurdan bi vê awayî îdare bike?“
Taha Akyol jî bi fikar e, xweziya xwe bi hin tiştên pêknehatine, tîne; lema wiha dinivise: „Xwezila Esad zû çûyîba, guhertin bi nermî biba û encama rûdanan negihişta vê pîleyî!“
Hasan Cemal jî bi fikarbûna xwe venaşêre, lema wiha dinivîse: Li Bakurê Iraqê dewleteke Kurd ya hîmê wê hatiye danîn heye. Niha dor hatiye bakurê suriyê...!“
Kolomnistê qaşo demoqrat Ahmet Altan di xewna xwe de qûta mirîşkan dibîne û wiha dinivîse: “Dê Barzanî serkariya Kurdistana Suriyê ji PKKeyê re bihêle? Yan wê di navbera wan de şer derkeve?”
Tava Havîna Kurdan serê rayedar, rojnameger û qaşo pisporên serkariya Tirkiyê, rociyê jî firşika wan tevdaye. Ne firên, ne jî dîreksîyon berê xwe dide îstîqameta ku ew di xewnên xwe de dibînin. Ev jî rastiyekê ye ku jîndeyên di ber candayînê de xwe bê fesal davêjin, divê mirov hajî xwe hebe, ev bê fesal avêtin dikane zirareke mezin bide hawîrdora xwe. Gelo gava tava havîna Amedê li wan de wê çi li wan biqewime?