Bi înîsiyatîfa sereke ya ciwanên SPD´ê, JUSOS´ê nameyeke eşkere ji Wezîrê Karê Derve yê Elman, Heiko Maas re hat nivîsandin û ji Maas hat xwestin ku ji bo rawestandina êrişên Tirkiyeyê, şermezarkirina wê û destpêkirina înîsiyatîfeke tesîrker a NY´yê li ser mijarê hewl bide.
LUQMAN GULDIVÊ
Nameyeke vekirî ya balkêş ji Wezîrê Karê Derve yê Elman Heiko Maas re li ser rewşa li Efrînê hat nivîsandin. Sedema sereke a balkêşbûna vê nameyê jî ew e ku mohra rêxistina ciwanan a Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ku hevparê hikûmetê ye jî tevî NAV-DEM´ê li bin vê nameyê heye. Ango rêxistina ciwanan a SPD´ê ji wezîrê ji partiya xwe re dinivîse. Li bin nameya vekirî wekî din mohra Adopt a Revolution, Civaka Azad, Medico International û rêxistina ciwanan a bi navê Sozialistische Jugend Deutschland – Die Falken (Ciwanên Sosyalît ên Elmanyayê- Baz) jî heye.
Name bi gotinên, birêz Wezîrê Federal Maas, Heikoyê Ezîz, dest pê dike û wiha dewam dike, “Gelek parlamenterên ji SPD, Die Linke, Partiya Hurr (FDP) û Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) hem li raya giştî eşkere û hem jî di nava partiyên xwe de, di komîsyon û plansaziyên Meclîsa Federal de bi zelalî got, êrişa Tirkiyeyê li dijî Efrînê hiqûqa navneteweyî binpê dike. Û di dawiyê de serokwezîrê jî piştî demeke dirêj a bêdengiyê, kirinên Tirkiyeyê li Sûriyê ´bi tundî şermezar kir. Lê belê ti tişt nehat kirin.”
Bi krîmînalîzekirina Kurdan Elmanya destekê dide Erdogan
Di dewama nameyê de xwediyên nameyê dibêjin, helwêsta bêdengmayînê û xwedan alî ya hikûmeta federal a Elman beramberî rejîma Erdogan û dagirkeriya Tirk li dijî xwerêveberiya Bakurê Sûriyê, ew hem metel hiştine û hem jî hêviya wan nehiştiye û wiha dewam dikin: “Ne ku tenê hikûmeta federal nabêje, raweste. Lê belê bi Erdogan re bazarê dike, bi firotina sîlehan û bi krîmînalîzekirina çalakgerên Kurd, ew di rastiyê de destekê dide pêkhatina wan şert û mercên ku pê Hikûmeta AKP´ê û Erdogan kirinên xwe karibin dewam bikin.”
Di dewamê de yekser îşaret bi armancên dewleta Tirk li Efrînê û Bakurê Sûriyê tê kirin û tê gotin, armanca Tirkiyeyê ew e ku Kurdan ji Efrînê bike der û koçberên ji Sûrî yên li Tirkiyeyê li Efrînê bi cih bike. Name bi bîr dixe ku li Efrînê tevî şerê li Sûriyê 7 salan aştî hebû û bi sed hezaran koçberên ji deverên din ên Sûriyê li wir strîbûn.
Dagirkeriya Efrînê qirrkirina Kurdan e
Name gotinên Erdogan ên weke “Paqijkirina Bakurê Sûriyê” bi bîr dixe û dibêje, “Em vê ´Paqijiyê´ weke banga ji bo qirrkirina Kurdên li Bakurê Sûriyeyê fêm dikin. Em ji te dixwazin ku tu di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî de înîsiyatîfekê bidî destpêkirin, ku pêşiyê li vê yekê bigire. Heta bi hêza aştiyê ya NY´yê jî di navê de divê li ser hemû îhtîmalan bê peyivîn.
Li vir mesele ne tenê şerekî din ê cihê mixabinê li Rojhilata Navîn e. Êrişa Artêşa Tirk li dijî Efrînê bêhtir êrişeke li dijî semboleke heviya edaleta di navbera cinsan de û nirxên demokratîk - hem jî li herêmeke di nava şer de jihevdeketî. Em bi dehşet dibînin ku hikûmeta federal hem hîna jî cihazên şer dişîne ji bo vî şerê êrişê, hem jî li vir zext û zordariya li dijî çalakgeran û çalakiyên piştgiriyê zêde dike û derdixe qonaxeke nû.”
Înîsiyatîfeke tesîrker li NY´yê
Di vê çarçoveyê de name îşaret bi zextên li dijî Kurdan ên li Elmanyayê dike û nexasim jî qedexekirina çalakî û xwepêşandanan bi bîr dixe û dibêje: “Em piştgirên hemû hêzên pêşverû ne - li Elmanya, Sûriye, Tirkiye û deverên din jî. Em piştgirên wan mirovan in ku li Tirkiyeyê ji bo demokrasî û mafê mirovan têdikoşin, û banga berdana tevahiya wan girtiyan dikin ku rejîma Erdogan ji ber sedemên siyasî xistine zindanê.”
Name bi van gotin û daxwazan bi dawî dibe; “Heiko Maas ê ezîz, em ji ber vê yekê ji te dixwazin nîşaneke eşkere deynî, eşkere bibêjî, ´Na ji êrişkariya Tirk a li dijî herêmên Kurdan!´ û ji bo van xalên li jêr hewl bidî:
* Rawestandina şerê êrişê yê li dijî herêmên Kurdan;
* Demildest rawestanina firotina sîlehan ber bi Tirkiyeyê ve;
* Vekişandina eskerên Elman ji Tirkiyeyê;
* Şermezarkirina êrişa Tirk bidestê NATO´yê;
* Berdana tevahiya girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê;
* Înîsiyatîfeke tesîrker a Neteweyên Yekbûyî.”
Berxwedana Efrînê pêşhukm şikandin
Ji Civaka Azad, Alî Çîçek me pirsî li kîjan çiyayî gurek miriye, çawa çêbû ku mohra NAV-DEM û rêxistina ciwanan a SPD, JUSOS´ê li bin heman metnê, heta nameyê heye. Alî Çîçek got, nûnerên JUSOS´ê li pîrozbahiya me ya Newrozê jî amade bûn. Li wir me têkilî bi wan re danî ji bo Efrînê. Wan bi xwe ji me re got, ew ji bo Efrînê nameyeke vekirî ji bo Wezîrê Karê Derve yê Elman amade dikin û hêvî dikin rêxistinên Kurd jî destekê bidin vê nameya wan. Li ser vê teklîfê di navbera me weke aliyê Kurd û SPD´ê de nêzîkbûnek peyde bû. JUSOS di Platforma Piştgiriya Efrînê de jî cihê xwe digire. Çalakiyên ji bo Efrînê gelek pêşhukmên li dijî aliyê Kurd şikandin.
Tavilê firotina sîlehan rawestînin