Komeke ji siyasetvan û alîgirên Komarxwazên Îrlandî li paytexta welêt Dublinê, li ber Dublin’s Mansion Houseê çalakiyek bi rê ve bir ji bo piştgiriya Greva Birçîbûnê ya Hevseroka KCD´ê Leyla Gvenê. Di çalakiyê de bi daxuyanî, hilgirtina posterên Ocalan, alên YPG û YPJ´ê piştgiriya daxwazên Guven hat kirin û hat xwestin ku tavilê tecrîda mutleq a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê bi dawîkirin. Nûnera Sinn Feinê Collette McAllister ku ji organîzatorên çalakiyê bû li ser çalakiyê daxuyanî da û got, “Ocalan ji 2016´an ve di tecrîda mutleq de ye, ev nayê qebûl kirin.Ji vir ji Îrlandayê em piştgiriya xwe bi Leyla Guven re didin zanîn. Divê leyla Guven tavilê bê berdan.” 

 

DUBLIN