Çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê di roja 4. de bi biryardarî çalakiya xwe didomînin. Çalakgeran hevdîtin bi rayedarên Konseya Ewrûpa re kirin û daxwaza hevdîtinê li CPT´yê kir.
Greva birçîbûnê ya bê dawî û nedorveger a li bajarê Fransayê Strasbourgê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja çaran de ye. Çalakî li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk (NCDK) pêk tê û 15 kes beşdar bûne. Welatiyên li Strasbourg û derdora wê û ciwanên Kurd ên li Swîsreyê, doh çûn serdana çalakgeran û piştgirî dan çalakiya wan.
Agahiya me ji çalakiyê heye
Doh li ser navê çalakgeran hinek hevdîtin bi rayedarên Konseya Ewrûpayê re hatin kirin. Nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewrûpayê, Fayîk Yagizay der barê hevdîtinê de agahî da û diyar kir ku hemû rayedarên hevdîtin bi wan re kirine gotine ku agahiya me ji çalakiyê heye.
Li aliyê din hate ragihandin ku çalakgeran miracaetî daxwaza hevdîtina bi CPT´yê re kirine. Li gorî agahiyên Yagizay wê miracaet nivîskî jî were kirin.
Em ê bigihîjin armanca xwe
Yek ji çalakgeran, Gulîstan Çiya Îke li ser armanca çalakiya xwe got, “Ji bo dawî li bêdengiya li pêşberî tecrîdê bê, me dest bi greva birçîbûnê ya bê dawî û nedorveger kir. Bi xwedîderketina gelê ma ya li çalakiyê, em ê bigihîjin armanca xwe. Ji ber vê yekê, girîng e gelê me li her deverê li dora van çalakiyan li hev bicive.”
Em bi Rêber Apo re ne
Denîz Surgut jî anî ziman ku heta şikandina tecrîdê, ew ê çalakiya xwe dewam bikin û got, “Em bi rêya vê çalakiyê dixwazin nîşan bidin ku bi her tişta xwe em bi Rêber Apo re ne. Biryardarî û motîvasyona me bilind e. Heta ku tecrîd bê şikandin û faşîzm were hilweşandin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Heta em agahiyê wergirin
Ji çalakgeran Kardo Bokanî yê ji Rojhilatê Kurdistanê jî got, “Dewleta Tirk êrişên giran dibe ser gelê Kurd. Bi taybetî jî êrişî Serok Apo dike. Rewşa wî gelekî girîng e. Lewma tecrîdê her dişidînin. Em li bendê ne ku Konseya Ewrûpa û CPT biçin serdana Îmraliyê, agahiyeke berfireh li ser rewşa tenduristiyê û ewlekariya Ocalan daxuyaniyek bê dayin.”
Ji bo zext bi dawî bibin
Kerem Solhan ê 53 salî ku ji Marsîlyayê beşdarî çalakiyê bûye jî got, “Ji bo zext û polîtîkayên qirêj ên li Tirkiyeyê ji raya giştî re eşkere bikin û dawî li tecrîdkirina Rêbertî bînin, me dest bi vê çalakiyê kir. Em di çalakiya xwe de bi biryar in û heta encamê bigirin, em ê bidomînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN