Hejmara kesên di encama bombebaran li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêk hat de gihişt 20'an û 54 kes birîndar bûn. Meclîsa gel ragihand ku ev êrîş bê bersiv nabmîne. YPG'ê jî hêzên rejîmê yên li derdora Kobaniyê derxist.
Li Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ku piranî Kurd lê dijîn, hejmara kesên di encama bombebarana balefirên şer ên rejîma Sûriyeyêyê ya duh de jiyana xwe ji dest dane, gihişt 20'an. Hate diyarkirin ku hejmara birîndar jî 54'e û ji van 24 kes piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hatine derxistin, 30 kes jî hîn tên dermankirin. Hate ragihandin ku rewşa 3 kesan giran û xeteriya wan a jiyanî heye.

Sê roj şîn hate îlan kirin 

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî, bi daxuyaniyekê ji ber komkujiya li Şêx Meqsûd 3 roj şîn li seranserê Rojavayê Kurdistanê îlan kir. TEV-DEM'ê nerazîbûnek tund nîşanî rejîma Sûriyeyê da û destnîşan kir ku her çendî telê Kurd xwepêşandanên aşitiyane li dar dixin, lê dixwazin Kurdan ber bi şer ve bibin. TEV-DEM'ê bang li ciwanên Kurd kir ku beşdarî hêzên sivîl ên parstinê bibin û avakirina xweseriyê bixin meriyetê.

YPG: Xwîna wan li erdê namîne

Derbarê komkujiyê de Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. Meclîsa Gel êrîş weke komkujiyeke hovane bi nav kir û wiha hate gotin: “"Rêjîma Baasî ya dîn û har bûye, êdî bi komkujiyan bersivê dide daxwazên gelan. Bûyera dawî li taxa Şêx Meqsûd rû da aşkere kir ku êdî tu rewabûna rêjîma Esed nemaye. Divê baş were zanîn ku gelê Kurd li hemberî êrîşan wê bê deng nemîne û xwe biparêze."
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê komkujiya Helebê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de komkujî bi tundî hate şermezarkirin. YPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wê rejîma Sûriyeyê berdêla vê komkujiyê bi giranî bide û wiha hate nivîsandin: Em xwîna welatiyên di komkujiyê de hatine qetilkirin, li erdê nehêlin û em ê çalekiyên bersivdayînê li dar bixin.” Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê piştî komkujiyê, hemû hêzên rejîma Sûriyeyêyê yên li derdora bajarê Kobanî mabûn jî derxistine. Her wiha  Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî, bi daxuyaniyekê ji ber komkujiya li Şêx Meqsûd li seranserê rojavayê Kurdistanê 3 roj şîn îlan kir. 

ANF/HELEB