
Komîteya Jinûveavakirinê ya ser bi Meclîsa Sivîl a Reqayê dest bi xebatên paqijkirina taxa Rimêla kir.
Piştî ku taxên Til Eswed û Muxteleta hatin paqijkirin, Komîteya Jinûve Avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê dest bi xebatên paqijkirina taxa Rimêla ya li rojhilatê bajêr kir.
Derbarê xebatên komîteyê de Endamê Rêveberiya Komîteyê, Mihemed Sincar axivî û got, ew di paqijkirina taxan de li gorî ekîbên rakirina mayînan tev digerin.
Sincar anî ziman ku alavên paqijiyê wê demeke dirêj li taxê bixebitin, ji ber ku tax mezin e.
REQA