
Şervanên QSD’ê piştî şerê dijwar ê 4 rojan, li rojhilatê Reqayê taxa Sinaa rizgar kirin. Li taxê xebata lêgerîn û paqijkirina bermahiyên çeteyan dest pê kir. Şervan piştî rizgarkirina Sînaa li rojhilat ketin nava taxa Batanî.
Li rojavayê bajar jî şer dijwar e. Çeteyên DAIŞ ji 3 nuqteyan êrîşî taxa Sebahiyê ya rizgarbûyî kirin. Li ser bersivdayîna şervananên QSD`ê, li qadê şerekî dijwar rû da.
Li gorî agahiyên ku ji herêma şer, êrîşa çeteyan a li ser taxa Sebahiyê hate şikandin. Di şer de hejmarek zêde ji çeteyên êrîşkar hatin kuştin û gelek çek u cebilxaneya çeteyan ket destê şervanan.
Her wiha hat ragihandin ku heta niha yek jê şerçete herî kêm 9 çete hatine kuştin û 12 çete birîndar bûne.
Li taxa El Berîd a ku şervan pêr ketibûnê jî tevî şer hêzên QSD’ê bi pêş ve diçin.
ANF/REQA