HPG’ê ragihand ku li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê gerîlayan ‘li dijî artêşa Tirk a dagirker’ çalakî kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG´ê li ser çalakiya 29´ê Îlonê ev agahî parve kirin: “Hêzên me 29’ê Îlonê saet 10.00’an li dehma Arê ya Sîdêkanê, ku li nav sînorên Başûrê Kurdistanê ye, li Girê Şehîd Rozerîn li dijî yekîneyên operasyonê yên artêşa dagirker a TC’ê çalakiyeke sabotajê kir. Di vê çalakiyê de tespîtbûyî eskerek hatiye kuştin û gelek esker birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkoptêrên skorskyê kuştî û birîndarên xwe rakirin û piştre bi helîkoptêrên êrişê quntarên Girê Şehîd Rozerîn bombe kir.”
Sê şehîdên qehreman
HPG´ê wekî din nasnameya gerîla Pîr Şahan ê ku 16´ê Îlonê li dijî artêşa Tirk heta guleya xwe ya dawî şer kir û şehîd bû, eşkere kir: Pîr Şahan Serhildan (Ferhat Çetîner) ê li Rihayê ji dayik bûyî, 16 Îlona 2018´an li Bedlîsê jiyana xwe ji dest da.
HPG´ê wekî din nasnameya du gerîlayên 22´ê Îlonê li derdora gundê Zengasorê ê ser bi Licêya Amedê şehîd bûyî jî eşkere kir: Dîdar Serhat (Meryem Dogan) a li Qersê ji dayik bûyî 22´yê Îlona 2018´an li Licê şehîd bû; Goksun Firat (Hasret Borta) ya li Amedê ji dayik bûyî 22´yê Îlona 2018´an li Amedê şehîd bû.
ANF/BEHDÎNAN