
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî Çiyayê Gir kir, YPG/YPJ‘ê bersiv dan û şer rû da.
Artêşa Tirk a dagirker doh seat di 09:00‘ an de bi çekên giran êrîşî Çiyayê Gir ê navçeya Bilbilê kir. Şervanên YPG/YPJ‘ê bersiva êrîşan dan, di encamê de şer derket. Şer heta demek dirêj domî. Artêşa Tirk a digirker ji meha sibatê ve, hewl dide ji aliyê navçeya Raco û Bilbilê û Çiyayê Gir ve derbasî Kantona Efrînê bibe. Şervanên YPG/ YPJ‘ê her tim bersiva hewldanên wan dide. Li gor agahiyên çavkaniyên ji herêmê hat girtin, şer demkî di navbera YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker de didome.
EFRÎN