Nanê sêlê her çî bi fabrîkasyonê jî bê çêkirin, ew ê li derve li ser sêleke reş tenî çêkirî ye ku bi reng, bîhn û herî dawî tahma xwe mirovî mest dike. Li hin gundên Kurdan ên Til Temirê hîna jî xelk tercîh dike vî nanî çêke û bixwe.
Şemşa Mutleq a 58 salî, ji bo wan kesên hez ji mergê jî dikin dibêje: “Li hinda xwarina mergeyê nanê sêlê gelekî xweş e.” Şemsa Mutleq a ku mîna dayika xwe nanê sêlê li sêlê dixe, ji bo cîranan jî nan dipêje.
RONÎDA HACÎ-JINNEWS/TIL TEMIR