Mîrok ecêb in. Jixwe hin ji cûreyên wan bi aqlê xwe yê komî mirovan matmayî dihêlin. Dema ku lehiyek rabe, te dît hevgirtin û weke kelekekê bi ser avê ketin. Ji wan re lazim bû rêya xwe kurt bikin, te dît bi hev girtin û pirek ava kirin. Niha jî dîmenek hat belav kirin ji Brezîlyayê û mirov dibîne ku qederê 3 milyon mîrokî hev girtiye da ku ji bo êrişkirin û dagirkirina kewareke mozan, pireke êrişê ava bikin. Ev cûreyê mîrokan ku ji navê xwe marabunta bêhtir bi navê mîrokî lejyoner yan jî mîrokên artêş navdar in, di avakirina piran de ewqasî hoste ku mirov dikare wan weke muhendisên kêzikan jî bi nav bike. Ha em ji bîr nekin ev cûreyê mîrokan dikare piran di ser rûbaran re jî ava bike.

 

NAVENDA NÛÇEYAN