Li eyaleta herî mezin a Elmanyayê NRW´yê ji ber ticareta perên reş ên neqlî Tirkiyeyê dikin, doh berê sibehê operasyoneke mezin hat kirin. Di operasyonê de li gorî texmînan 200 milyon euro pere hatine desteserkirin. Ev ticareta pereyên reş bi Tirkiyeyê re bivê nevê têkiliyên çeteyên weke Osmanen Germaniya, lobiyên Tirkiyeyê bi karên krîmînel ên li elmanyayê re tîne bîra mirovan.

Di operasyona li dijî 60 deveran de 800 polîsan cih girt. Dozgeriya Dusseldorfê komekê gunehbar dike ku sîstemeke neqanûnî ava kiribin ji bo bi qaçaxî pereyan bişînin Tirkiyeyê. Di vê çarçoveyê de biryara girtina 6 kesan jî hatiye dayîn.

Di nava deverên ketine ber lêgerînê de fîrmeyên metalê, zêrker û malên şexsî hene ku pirraniya wan li Duisburg û derdora wê ne. Di lêgerînê de polîsan zêdeyî hedê xwe zêr li cem zêrker dîtin.

Tohmetbarê sereke hat girtin

Kesê ku di vê operasyonê de ketiye ber zena sereke jî ticareta metalê dike û ji aliyê polîsan ve hatiye girtin. Lê lêgerînên avahiyan li Neuss û Dusseldorfê jî hene. Li derveyî NRW´yê li eyaletên Hessen, Berlîn û Holandayê jî operasyona polîs elaqedarî vê operasyonê hebû û armanc ew bû ku pere bên desteserkirin. Li gorî agahiyan mîqdara pere ya li vir behsa wê tê kirin 200 milyon Euro ne. Wezîrê Dadê yê NRW´yê Peter Biesenbach operasyona polîs weke serketineke mezin bi nav kir.

Li gorî vê sîstema şandina pere bi qaçaxî; kesek li Elmanyayê pereyan ji destan dide gîşeyekê, û li Tirkiyeyê vî pereyî didin kesê li hember. Ji bo vê jî ne lazim e ku pere bi rastî ji sînoran bibihure. Ji vê re sîstema hewale tê gotin.

Ev sîstem hem ji bo şandina pereyên qaçax tê bikaranîn û hem jî terorîst dikarin vê sîstemê bikarbînin. Gelek koçber jî ji bo pereyan ji nasên xwe re bişînin vê sîstemê bi kar tînin. Bi her awayî bêyî lîsanseke ji bo bankeyan ev sîstem li Elmanyayê qedexe ye.

Zêr kirîne pere birine

Li gorî zena dozgeriyê, pereyê ku li Elmanyayê li gelek buroyan tê razandin, li Stenbolê didin yê hember. Weke buro jî bi pirranî zêrker hatine bikaranîn. Rojane bi vî awayî heta bi milyonek euroyî pere hatine neqilkirin. Ji bo ku pereyê li Tirkiyeyê karibe dewam bike bê dayîn jî ji Elmanyayê bi mîqdareke zêde zêr û metalên din ên biqîmet hatine kirrîn. Li gorî gumana dozgeriyê şirketeke Tirk li Hessenê ev zêr dikirî û di nava hewaleyên nava şirketê de jî pere ji nû şandine Tirkiyeyê. Ka ev pere ji ku hatine û ji bo çi hatine bikaranîn ne diyar e, lê bi pirranî pereyê reş yanî neqanûnî bi dest xistî tê qebûlkirin û heta bi fînansekirina karên terorîstî jî dikarin bi kar bên anîn. Dozgeriyê diyar kir ku lêpirsîna beriya operasyonê qederê salekê dewam kiriye.

 

DUISBURG