
'Qaçaxvanî li tevahiya Tirkiyeyê tê kirin e'
Demîrtaş, destnîşan kir ku qaçaxnavaniya li Qilebanê tê kirin li gorî tevahiay Tirkiyeyê ne ji hezarî parek e û wiha berdewam kir: "Bi salan e li vir bazirgani tê kirin. Leşker jî vê yekê dizanin. Bazirxaniya bi qaçaxî li vir tê kirin li gorî sînorên din ên Tirkiyeyê ne ji hezarî yek e. Li holê qaçaxvanî tune. Ji xwe baca xwe didin qereqolê. Her kres ve yekê dizanin. Di serdema hikumeta AKP'ê de her tim bazirganên li ser sînor tên qetilkirin. Li ser navê qaçaxvaniyê mirov tên qetilkirin. Di serdema AKP'ê de 50 welatî li ser sînor hatin qetilkirin. Li lîmanên Mêrsinê û Stenbolê bi hezar tonan mazota qaçax tê kirin. Divê ev yek jî bê pirsîn. Dewletê zanîbû çend kes kengî çûn û dê kengî vegerin. Welati piştî vegeriyan pêşiya wan ji aliyê leşkeran ve hate girtin. Ev komkujî bi plan û bi zanebûn hate kirin. Rayadaran berê jî zanibû ku kesên çûne kîne û navê wan çine. Lê ser komkujiye veşartin û hêj vedişêrin. Serokwezîr li çapemeniyê geriya û ferman da ku nûçeyan derbas nekin. Li wezir û rayedaran geriyan û xwestin daxuyaniyan nedin. Ketin nava hewldanê ku komkujiyê veşêrin. Komkujiyek dîrokî pêk hat, lê xwestin ser vê komkujiyê veşxerin.
'Rewşê berovajî dikin'
Demîrtaş, bertek nîşanî Erdogan da û wiha berdewam kir: "Erdogan divê tu hedê xwe zanibe. Tu nikare hesab ji me bipirse. Tu berpirisyarê vê komkujiyê ye. Divê tu berî her tiştî hesabê vê komkujiyê bide. Bi xwe li BDP'ê hêrs bike nikare vê pirsgirêkê çareser bike.
'Birayên me yên Tirk me dikujin'
Demîrtaş bang li gelê Tirk kir û wiha berdewam kir: "Di qada hestan de li Tirkiyeyê du welat hene. Birayê me yên Tirk niha me dikujin. Divê kes kesî nexapîne. Serokomar 2 rojan li hemberî vê komkujiyê bêdeng ma. Li welatekî 35 welatiyên wê di bombebarana balafiran de hatinm qetilkirin, lê Serokomar tu daxuanî neda. Ev nayê qebûl kirin. Ev nayê qebûl kirin.
'Bi aştiyeke bi rûmet çareser dibe'
Demîraş, daxuyaniya ji bo tazmînata ku ji welatiyan re bê dayîn jî rexne kir û wiha pêde çû: "Ev pirsgirêk bi tazmînatê çareser nabe. Bi aştiyek bi rûmet çareser bide. Bi dayîna tazmînate neheqî tê kirin. Ev ne bûyerek ji rêzê ye. Ev komkujî ye.
'Beyî destûra cemaetê tu nikarê nefes bistîne'
Demirtaş nirxandinên Erdogan ên ku BDP'ê mîna tevgereke ne azad binav kir jî bi van gotinan bersivand: "Yên ku bêyî destûra cemaetê nikarin nefesê bistînin. Yên heta ji Pansilvanya ferman neyê nikarin biaxifin îro radibin heqaretê li me dikin. Heta Pansilvanya ne axifî we tiştek negot. Beriya her tiştî hûn bi DYA û Îsraîlê re axifîn. Koleyên cemaetê radibin heqaretê li mirovên azad dikin. Dibe ku 30 kanalê te yê televizyonê hebin, ji bo me yek jî bes e. Pêwist bike emê mal bi mal bigerin û gelê xwe agahdar bikin. Hûn nikarin vê yekê veşere. Hêza te, holdîngên li pişt te, cemaeta te têrê nake ku berxwedana vî gelî têk bibe. Tu tevgereke gel li dij zaliman serî natewîne."
Hevserokê BDP'ê Salahattin Demirtaş destnîşan kir ku Erdogan bi anîna lîderê Filîstînê li koma partiya xwe şov kiriye û destnîşan kir ku berxwadana gelê Kurd jî mîna ya gelê Filîstînê ye. Demirtaş wiha got: "Mîna Haniye yê ku îro destê wî digire, mîna tevahiya gelê Filîstînê em jî li ber xwe didin. Çawa gelê Filîstînê li ber xwe dide em jî wisa dikin."
Erdogan daxuyaniyên rayedarên hikûmetê yên debarê tevkujiyê de yên derbarê dayina tazminatê ji bo malbatên qurbanan jî bi tundî rexne kirin û wiha got: "Heger bi balafirên şer dewlet welatiyê xwe bombebaran bike, tiştê li wir were gotin ne heqareta li dij BDP'ê ye. BDP hêzeke wisa xwedî bingeh e ku aqilê te û siyaseta te derabs dike."
Demirtaş têkildarî gotinên Erdogan ên mîna, 'çima bûyerê dişibînin bûyera 33 guleyan' jî wiha bersivandin: "Raste ji aliyekî ve naşibe bûyera 33 guleyan. Li wir di awirê de be jî genaralek hate darizandin. Mîna we negotin emê pereyên wê bidin. Ne mîna we bêcidîyet, bêşerm bûn. Lê belê aliyên din tev mîna hev in. Diyar dike ku hêna têgihiştina tevkujî ya dewletê ne hatiye guhertin."
'Hewesta AKP'iyan a şermê'
Hevserokê BDP'ê Salahattîn Demirtaş bal kişande ser hewldanên hikûmetê yên veşartina tevkujiyê û helwesta parlementerên AKP'ê jî weke helwesteke mirov jê şerm dike binav kir û wiha dirêjî nirxandina xwe bû: "Çûyina ser bûyera Qilebanê û aşkere kirina hemû aliyê wê dê xizmetê ji yekîtiyê re bike. Sergirtin dê parçbûnê bi xwe re bîne. Ji ber ku gelê Kurd her tiştê li wir pêk hat baş dizane. Serokwezîr radibe ji fermandarar re spasiyên xwe pêşkêş dike kom jî li ser lingan jê re li çepikan dixe. Dîmenekî ku xwîna mirovan dicemidîne. Mirov hevqasî ji xwe naçe."
Demirtaş rewşa Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan mîna harbûnê binav kir û bang li herkesî kir ku li hember vê helwesta ku welêt ber bi felaketê ve dibe de bikevin nava tevgerê û li hember vê yekê aştiyeke birûmet were sazkirin.
'Girtina rêyên diyalogê xetere ye'
Demirtaş ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd girtina rêyên diyalogê weke xetereya herî mezin binav kir û tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd rexne kir. Demirtaş piştî ku spasiyên xwe ji bo Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên beşdarî civîna komê bûn re pêşkêş kir derbarê tecrîtê de jî wiha got: "Ji bo balê bikişînin ser tecrîla li Îmraliyê ya li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dayik li vir in. Xetereya ji ber girtina rêyên diyalogê dibînin. Serokwezîr vê yekê nabîne? Em dest bidin hev û li hember van gotinên cûdakar derkevin. Yên di jiyana xwe de herêm nedîtine, gav neavêtine rûdinin li cihê xwe teoriyan dikin. Emê li dij tecrît, tevkujî û operasyonên leşkerî têkoşîna xwe bidomînin."
Bi Haniye re hevdîtin pêk anî
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li meclîsê bi serokwezîrê Filîstînê Îsmaîl Haniye re hevdîtin pêk anî.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li meclîsê bi Serokwezîr Fîlîstînê Îsmaîl Haniye re hevdîtin pêk anî. Hevdîtina Demîrtaş û Haniye 40 deqîqeyan berdewam kir. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak û Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan jî tevlî hevdîtinê bûn. Demîrtaş di hevdîtinê de keyfxweşiya xwe ya hatina Haniye û yên pê re kir û got; "Partiya me BDP têkoşîna gelê Filîstînê ya ev 50 sal in berdewam dike wekî têkoşîneke mafdar dibîne. Em piştgiriyê didin gelê Filîstînê. Hevkariya mazlûm û bindestan nemaze ji bo me gelekî watedar û girîng e. Lewma di vê pêvajoya hessas de hetina we ya Tirkiyê û ziyareta we ya ji bo partiya me bi wate ye."
DÎHA/ENQERE