Tora (Tevna) Ziman û Çanda Kurdî 11 û 12’yê Çile li Sûr a Amedê bi beşdariya 300 kesî civîn û komxebatek pêk anî. Beşdarên civînê xwestin birînê tesbît bikin û destê xwe bidin ser birînê. Ango armanca wan destnîşankirina pirsgirêkê û diyarkirina xebatên çareseriyê bû. Piraniya beşdaran zilam bûn û di civîna 2 rojan de rêveberiyeke ji 27 kesan hat hilbijartin.

   

Dema mirov li hejmara beşdaran û armanca komxebatê dinêre, civîn di asta kongreyekê de ye. Bêguman babeta beşdar li ser civiyane pir girîng e, û belkî ji girîngiyê jî wêdetir babeteke nasnameyê ye yanî ya man û nemanê ye. Tevî ku pir girîng bû jî ewqasî di nava raya giştî û ragihandina Kurdî de cih negirt. Lê eşkere ye; naqosên tehlûkeyê di warê ziman û çanda Kurdî de lê didin. Dengê van naqosan nava dilê her kesî diricifîne û pêşbîniya nebixêr a mirinê dikin. Di rewşeke welê de hemin ji civînên bi vî rengî hêvî têne kirin. Jixwe, civîna em qala wê dikin di warê naverok û beşdariyê de hema bêje weke kongreyekê bû. Civîn û kongre jî bi giştî ji bo çareseriyê ne.

Bi qasî ku me ji dûr ve karîbû bişopînin, beşdarên civînê hemû hemfikir bûn, rewşa Kurdan di warê ziman û çandê de ne xweş e, û asîmîlasyon weke agirekî gurr li nava civaka Kurd diçe. Bi vê lezê jî biçe wê di nava çend salên bê de tenê xweliyê li pey xwe bihêle.

Ev rewş di heman demê de îşaret bi civakeke diguhere dike û hewcedarî bi civaknasiyeke nû dike. Lewma divê em hinekî jiberên xwe di ber çavan re derbas bikin û ji nû ve wan li seradê bixin. Beriya her tiştî, divê êdî em hev gunehbar nekin. Ji ber ku ev awa bi kêr nayê û heta berevajî encamê dide. Lema em rewşa xwe bibînin û bi wêrekî bibêjin, çi bar para kê dikeve.

Dewleta Tirk di her warî û her qadê de hewl dide bi her awayî Kurdan tine bike, ango qirr bike. Eger ev wisa be, hingê divê em jî di her warî û her qadê de û bi her awayî li ber xwe bidin; çareyan bibînin û ji bo serketinê gavan biavêjin.

Beriya her tiştî divê ez bibêjim, divê em dev ji gilî û gazinan berdin. Erk û wezîfeyên me yên ferdî hene, em bikin û erk û wezîfeyên me yên civakî û komî hene, em bikin. Her kes divê bi awayekî ji awayan di nava xebatên ziman û çandê de cih bigire. Divê mirov vê weke îbadet û baweriyeke olî bibîne. Eger asîmîlasyon weke agirekî ye û li pirêzê diçe, divê her kes ji aliyê xwe ve hewl bide vemirîne û belkî jî paşê wê erda şewitî ji nû ve biçîne.

Baş e, em çi dikarin bikin? Em kesên bi ziman dizanin, divê em ên pê nizanin hîn bikin. Em ji bîr nekin, gunehên nezanan nîne, guneh ê zanayan e ku wan hîn nekin. Bi kêmanî divê kesek deh kesan perwerde bike. Kesê dê û bavê wan ew hînî Kurdî kirine jî divê gavan biavêjin û xwe hînî nivîs û xwendinê bikin.

Kurd ji derfet û îmkanên dewletdariyê mehrûm in. Ji lewra divê rêxistin; sazî û dezgehên Kurdistanî bi vê rolê rabin. Divê rêxistin, sazî û dezgeh hemû di nava xwe de kursên Kurdî dewamî ferz bikin. Divê her kes beşdarî van kursan bibe. Eger ev sazî û dezgeh bi rola xwe ranebin jî divê kes vê neke bahane û heta dawiyê bi hêz û rola xwe rabe. Li gorî derfet û îmkanên xwe timî tiştekî bike. Em ji bo zarokan li her deverê baxçe û dergûşên zarokan ango kreşan çêkin. Bi bîranîna Ferzad Kemanger re dilsoz bin.

Bi giştî xisleta mirovan e, dilê xwe dibijînin tiştên payeberz dibin. Em berpirsên xwe neçarî Kurdîaxaftinê bikin. Yên bi zimanê we neaxivin civata wan biterikînin. Yan jî wan di vî warî de hişyar bikin û bibêjin, ma ne bes e. Kengî şexsiyetên xuya yên di nava civakê de xweş bi Kurdî axivîn hingê her kesê dilê xwe bibijîne wan. Ji her tiştê îtîbarê nabîne, mirov ê birevin. Ya rastî, ji bo Kurdan mesele ji meseleya ziman gelekî wêdetir e. Divê Kurd ji xwe hez bikin û ji zimanê xwe hez bikin. Ji qewlê Apê Osman Sebrî, min jî wilo serpilkî qala meseleyê kir; berfireh û hûrûkûr pêdaketina mijaran jî dihêlim ji civat û şêwreke din re; dihêlim ji bicihanînê re. Ka em ji xwe bipirsin, min îro ji bo Kurdî ango ji bo hebûna xwe çi kir?