Şanogerên Dihokê wê di mîhrîcanê şanoya bi navê Tebloyek ji Gazê’ ku li ser krîza siyasî û aborî yên îro li Herêma Kurdistanê amede kirine, pêşkeş bikin. Derhêner Hilket Idrîs di derbarê armanca şanoyê de ji RojNews re axivî û got: “Armanca me dinavbera parçeyên Kurdistanê de zêdekirina têkiliyên çandî û hunerî ye.”
‘Kurdistan yek e’
Aktorê şanoyê Kazim Ebdulhadî jî wiha axivî; “Di şanoyê de em 7 kes dilîzin. Ez ê rola hinek ji desthilatdarên partiyên siyasî yên niha li Herêma Kurdistanê hene, bilîzim.”
Her wiha aktor Fersed Ezed jî diyar kir ku di navbera Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de di aliyê şanogerî de girêdayinek baş heye û wiha got: “Gelek caran tê gotin xwezî girêdayîna me Kurdan, weke ya hunermenda bûye. Me girêdayînek hunerî li gel sê parçeyên din heye. Di hunerde Kurdistan ne çar parçeye, yek parçe ye.”