Bi sedan welatiyên Tebqa, Cirniyê, Mehmûdlî û Ceber, cenazeyê 5 şervanên ku di hemleya Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn, li goristana şehîdan a Tebqayê oxir, kirin.

Şehîd Cuma Mustefa (Cuma), Mihemed Ibrahîm (Qeleb Esed), Elî eL-Mehmûd (Elî Cirniyê), Mihemed (Ebo Tefiş) û Ibrahîm EL-Şam (Ibrahîm Reqa), di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn.

Karwanê şehîdan ku ji Kobanê bi rê ket û pêr ber êvarî gihîşt Tebqayê. Di pêşwazîkirina karwanê şehîdan de li daketina bakurê Tebqayê bi sedan welatiyên Cirniyê, Mehmûdlî û Ceber jî amade bûn.

Piştî ku karwanê şehîdan li kolanên sereke yên bajêr re derbas bû, çû goristana şehîdan a Tebqayê. Li vir welatiyan bê navber dirûşmeya “Bi can û bi xwîn em bi te re ey şehîd” gotin.

Li goristanê merasîmê bi rêûresmeke eskerî ji aliyê şervavên Erkaxweparastinê ve hate destpêkirin. Paşê, Fermandarê QSD`ê Ûmîd Kayar axivî û destnîşan kir ku bi saya şehîdan îro li ser vê axê jiyaneke ewle û bi rûmet heye.

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Tebqayê Rewşen Hemî jî axivî û got ku ji bo rizgarkirina welat gel li ber xwe dide û di oxira vê de jî rojane şehîdan dide.

Serokê Meclîsa Lihevanînê, Şêx Hamid Ferec jî got, şahadet tiştekî pirr mezin û pîroz e û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan, Ebîr Mûsa jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û nimêja cenaze hat kirin. 


 TEBQA