Meclîsa Jinan a HDP’ê, destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekane astengiya mezin a li pêşiya aştiyê ye. Meclîsê, li dijî polîtîkayên AKP’ê yên dijminahiya li jinê, peyama berxwedanê da.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encamnameya civîna Meclîsa Jinan a 28’ê Îlona 2018’an, li raya giştî eşkere kir. Di encamnameyê de, hat diyarkirin ku di civînê de, derbarê rojevên heyî de nirxandinên berfireh hatin kirin.

Di encamnameya civîna Meclîsa Jinan a HDP’ê de polîtîkayên AKP’ê yên li ser jinan hat nirxandin û hat gotin, “AKP dixwaze destketiyên têkoşîna jinan ji wan bistîne û ji holê rake. Lê desthilatdariya AKP’ê tim li hemberî têkoşîn û hêza jinê ya avabûyî gav paş ve avêtine. AKP ji bo tevgerên jinan û femînîstan ji holê rake, bi awayekî faşîzane û dijminatî êriş dike. Em ê li dijî polîtîkayên tinekirina destketiyên jinan, di zemînekî hevpar de têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê destketiyên nû li yên berê zêde bikin. Em ê ti carî girtina hevalên xwe yên jin qebûl nekin û em dibêjin demildest divê hevala me parlametera Colemêrgê Leyla Guven bê azadkirin.”

Tecrîdkirina Ocalan a civakî hemûyî ye

Di dawiya encamnameyê de hat gotin, “Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dijwartir dibe. AKP´ya ku xwe li ser şer, dagirkerî û êrişên li Sûriye û Rojhilata Navîn ava kirî, êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd dewam dike. Tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî sîstematîk her roja diçe dijwartir dibe. Ev tecrîda li dijî Ocalan belavî hemû civakî hatiye kirin. Ji bo ku rêyên demokratîk û aştiyane li welat bên vekirin, divê em li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan rabin. Li dijî dijminatiya demokrasî û jinan, desthilatdariya mêr û faşîzmê, têkoşîn û berxwedan li hemû warên jiyanê dewam dike û wê dewam bike.” n ENQERE

Divê Ocalan azad bibe

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Saliha Aydenîz, tecrîkirina şidandî ya Ocalan, destûr nedayîna hevdîtina parêzer û malbatê û biryara DMME’yê nirxandin û got, tecrîdkirina şidandî ya Abdullah Ocalan zirarê dide gelên Rojhilata Navîn û wiha axivî: “Tecrîd ji sala 1999’an û vir de bi awayekî sîstematîk, li dijî gelê Kurdistanê û tevahiya gelên Rojhilata Navîn tê meşandin. Sîstema Îmraliyê siyasî û taybet e. Çawan nêzîkatiya dewletê li hemberî Îmraliyê taybet e, nêzîkatiyên welatên Ewrûpa û CPT’yê jî ji bo Îmraliyê taybet e.”

Aydenîz bal kişand ser daxwazên hevdîtina parêzer û malbatê ya ji bo Îmraliyê, got divê tecrîd rabe û wiha pê de çû: “Divê ev tecrîd bê rakirin û demildest Birêz Ocalan azad bibe. Şer bi tecrîdê dijwartir dibe, tenê Kurd zirarê nabînin, hemû gelên Rojhilata Navîn ji vê tecrîdê zirarê dibînin.”

DMME´yê xwe kerr kir

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz bal kişand ser biryara DMME’ê ya redkirina miracaeta êşkence û muameleya xerab a li dijî Ocalan û got, DMME’ê rol û misyona xwe ya parastina mafên mirovan ji dest daye: “Balkêş e biryara DMME’ê ya 27’ê Îlonê nîşan dide ku rol û misyona xwe binpê kiriye. Ji pîvan, hiqûq û rêgezên xwe dûr ketiye. Biryara DMME’ê girêdayî sekna Ocalan û polîtîkayên Tirkiyeyê ye. DMME, pîvan û çeperê lêpirsînê li gorî hikûmeta Tirkiyeyê dinirxîne. Li vir xwe li pergala Îmraliyê kerr û kor dike.”