
ŞÎLAN MIHMED / ANHA / KOBANÊ
Rewşenbîrên kantona Kobanê anîn ziman ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ser neketiye û wiha peyivîn: “Ji ber ku Rêber Ocalan di parêznameyên xwe de zemîna fikrî ya gelê xwe ava kir.”
Helbestvan Stêr Celo anî ziman ku saziyên têkildarî parastina mafên mirovan derbarê rewşa Ocalan de bê deng in û got, piştgiriya bi Ocalan re erk e ji bo her kesî, ji ber ku qedera gel bi çarenûsa Ocalan ve girêdayî ye.

Celo got, “Armanca dewleta Tirk ew e ku hebûna Kurdan tine bike. Ji ber vê yekê gereke gel xwedî li Rêberê xwe yê ku ji bo azadiya gelan têdikoşe, derkeve.”
Endama Rêveber a Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê Leyla Ehmed tecrîdkirina Ocalan şeremzar kir û bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku destwerdanê bike da ku rewşa Ocalan were diyarkirin.

Doktor û nivîskar Xelîl Ezîz Ebdî jî ji aliyê xwe ve got, “Tecîrdkirina Ocalan tecrîdkirina li ser hemû şopedarên wî ye.”
Ebdî di dawiya axaftina xwe de got, tecrîdkirina Ocalan pûç bûye û wiha peyivî: „Tecrîdkirina Ocalan bi ser neket, ji ber ku Rêber Ocalan di parêznameyên xwe de zemîna fikrî ya gelê xwe ava kir.”