
Parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û Cîgira Serokê Parlamena Tirkiyeyê, parlametnera Stenbolê Pervîn Bûldan ku di heyeta HDP’ê ya Îmraliyê de cih digirin, li gel parlamentera Rihayê Dîlek Ocalan, li ser şert û mercên ewlekarî û tenduristiya Ocalan li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Onder diyar kir, ku hem aştiya herêmê hem jî aştiya navxweyî bi qasî saet û nîvekê dûr e û got, “Tecrîda li Îmraliyê êdî ji neqebûlkirinê wêdetir, veguheriye rewşeke welê ku bingeha çareseriyê ya li welêt û herêmê ji holê radike. Li şûna ku bibe misogeriya aştiyê, bi feraseteke tecrîdê de ku şer sor dike, tevdigerin. Di vê çarçoveyê de dema mirov binirxîne, tecrîda li Îmraliyê ne kêmî xiyaneta li welêt e. Gelo Birêz Ocalan bi çi rengî nêzî bûyeran dibû ku niha diqewimin? Digot ‘paşeroja hevpar, welatê hevpar’. Digot; komara demokratîk ku her kes karibe weke xwe lê bijî. Konfederasyoneke demokratîk a bêyî sînoran, yan jî ji sînorên gelekî sist, pêşniyaz dikir.”
Ne zilamê dewletê lê ehmeq
Onder got, kî li şûna şer berê xwe bide çareseriyê, neçar e xwe bispêre tespîtên Ocalan û destnîşan kir, ku di rewşeke bi vî rengî de êdî mesele ne tenê ewlekarî û tenduristiya Ocalan e, mebest ji vê yekê paşeroja welêt e.
Onder bi bîr xist, ku zêdeyî salekê bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê girtin û got, “Ji roja li Îmraliyê hatiye bicihkirin û vir ve, bi rengekî ne hiqûqî û li dijî mafên mirovan, tecrîdeke teqez li ser (Ocalan) tê ferzkirin. Niha gelek mirov, di serî de girtî dibêjin, tecrîda li ser Birêz Ocalan gefa li aştiyê ye û dest bi berxwedanê kirine. Bînin bîra xwe; pêvajoya aştiyê piştî berxwedaneke bi vî rengî dest pê kiribû. Ji kesê ku her carê ewqas enerjî û wextê winda dike re mirov nabêjin ‘zilamê dewletê’, mirov jê re dibêjin ehmeq. Mirov ruhberek e ku dersê ji tecrûbeyên xwe derdixe.”
Temamê welêt xistine tecrîdê
Onder di dewama axaftina xwe de got, “Tecrîda li Îmraliyê ne kêmî xiyaneta li welêt e. Ji ber ku Îmraliyê misogeriya aştiyê heye, tecrîda li wir tê ferzkirin, sabotaja li yekîtiya welêt e. Hê me ev derfet ji dest nedane.”
Onder bal kişand ser agahiyên di dema dawî de li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan di medya Tirk de hatine belavkirin û got, “Rê herî zêde 2 saet e. Eger bi helîkopterê be, 15 deqe ye. Ev tecrîd ne tenê li dijî Kurdan e. Bi vê tecrîdê re temamiya welêt xistine nava sîstema tecrîdê ya Îmraliyê.”
Malbat û parêzer divê tavilê Ocalan bibînin
Parlamentera Stenbolê ya HDP’yî Pervîn Bûldan piştre peyivî û got, “Em careke din bang li hikumet û dewletê dikin. Birêz Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne. Nabe ku dewlet û hikumet mîna girtiyekî ji rêzê nêzî wî bibe. Heta ku agahî ji Birêz Ocalan were girtin, fikar û guman wê dewam bikin. Divê tavilê parêzer an jî malbat biçin Girava Îmraliyê.”
Parlamentera Rihayê ya HDP’yî Dîlek Ocalan jî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ji ber tecrîdê û got, “Divê ev yek ji aliyê hikûmetê ve bê dîtin. Pêwîst e, perdeya li ber çav û wijdanan bê rakirin. Daxwaza me şexsî nîne. Daxwaza hemû civakê ye ku tecrîd were rakirin. Bêyî ku xiyanetê li hiqûqa navxweyî bikin, divê em vê pirsgirêkê tavilê çareser bikin. Berpirsyariya vê yekê ewilî ya hikûmetê ye. Her wiha li qada navneteweyî jî divê saziyên weke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bikevin nava liv û tevgerê.”
STENBOL