Husnu Ondul da zanîn ku ev biryar biryaryeke polîtîk e û ji Enqereyê hatiye girtin. Şanar Yurdatapan nerazîbûna xwe bi gotina „ji vê qedexeyê ne Kurd ne jî Kurd xêrê bibînin“ Abdulbakî Boga jî bi gotina „tecrîd bendeke li dijî aştiyê hatiye danîn e“ nerazîbûnên xwe anî ziman.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herî dawî di 27’ê Tîrmehê de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî bû û gotibû tiştên ku ew bike êdî neya û xwestibû şertên „ewlehî, tenduristî û azad tevgerandin“ bêne amadekirin. Ocalan ev 44 roj in bi parêzerên xwe re nikare hevdîtinê pêk bîne. Bi hinceta „koster xirab e“ „personel nîn e“ „muxalefeta hewayê hevdîtin hatin astengkirin. Parazvanên mafên mirovan li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan û hişyariya astengkirina hevdîtinên Îmraliyê dê alozî û şîdetê zêde bike kirin.
Serokê Giştî yê ÎHD’ê Husnu Ondul diyar kir ku astengkirina hevdîtinê girêdayî mafê parastinê ye lê di bin navê hiqûq û hincetên fîzîkî de tê kirin. Ondul da zanîn ku bi biryareke polîtîk hevdîtinên Ocalan tên astengkirin. Ondul got ku şermezarkirina qedexayê mafeke xwezayî ye û wiha berdewam kir: „Ji bilî şîdetê hemû protestoyên polîtîk û demokratîk normal in. Ji ber ku bi awayeke zelal nehiqûqî heye. Li Tirkiyeyê di serî de biryarên polîtîk ji aliyê hikûmetê ve tên girtin û ev polîtîkaya wan e. Pêkanîneke ku cendirme û kesên ku kosterî dişuxilînin nîn e. Dîsa karekî ku midûrê polîsan bike jî nîn e. Ev biryar li Enqereyê hatiye girtin û biryareke polîtîk e. „
Parazvanê mafên mirovan Şanar Yurdatapan jî bi gotina „her hal koster xira bûye an jî li Marmarayê bahoz heye“ henekê xwe li qedexeya li Îmraliyê kir û nerazîbûna xwe bi vî rengî nîşan da. Yurdatapan destnîşan kir ku bi hincetên komîk hevdîtin tên astengkirin û bi vî rengî dixwazin raya giştî bixapînin. Yurdatapan wiha got: „Tiştên ku Ocalan bibêje hem li ser PKK’ê hem jî li ser gelê Kurd bandorê dike ji ber vê yekê jî dewletê nexwest. Heke dewlet tenê binêre li Tirkiyeyê ev 15 rojên dawî ye dê dev ji van polîtîkayan berde. Heke tecrîda li Îmraliyê bidome li Tirkiyeyê alozî û şîdet jî zêde bibe. Ne tirk ne jî Kurd xêrê ji vê yekê nebîne.“

Serokê ÎHD’a Stenbolê Abdulbakî Boga jî bilêv kir ku şert û mercên Îmraliyê dijî hiqûqa neteweyî ya navneteweyî ye û ji ber pêkanînên kêfî û siyasî berê jî gelek caran hevdîtin hatibû astengkirin. Boga got ku astengiyên demên dawî bûye şantajeke siyasî û wiha axivî: „Ocalan gelek caran ji bo ku çareserî pêk bê ga avêt. Ji bo ku li Tirkiyeyê aştî pêk bê demeke zêde jî hebû. Lê çareserî nehat pêşxistin. Dîsa di vê pêvajoyê de jî dema ku meclîs vedibe jî ji hikûmet û meclîsê xwestibû gav bên avêtin. Lê ji hikûmetê jî ji meclîsê bangawaziyek nehat û tecrîd li hemberî aştiyê bû bendek, şantajek. Divê astengiyên li hemberî muzakere û hevdîtinên bi Ocalan re bêne rakirin.“

SAFIYE ALAGAŞ / STENBOL




Li gorî zagonên gerdûnî sedema tecrîdê çi ye?


Hiqûqnasan astengkirina hevdîtina ligel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ku demek dirêj e, bi hincetê pûç û vala tê astengkirin nirxandin û bal kişandin ku ev yek rewşek taybet e û li hember kesek taybet tê pêkanîn. Hiqûqnasan dan diyarkirin ku ev yek ne li gorî zagona ne jî.
Seroka Yekîtiya Baroyan Ahsen Coşar: Li gor zagonan divê Ocalan ligel parêzer û malbata xwe hevdîtin pêk bînin, dest ji zagonan berdin ev rewşeke mirovî ye. Ger hevdîtin pêk neyê, divê teqez sedemek li gorî zagonên gerdûnî hebe. Ger yek ji vana tune be, ev yek  binpêkirina hiqûqê ye.
Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Riza Turmen: Ev ne tiştek nû ye, jixwe berê jî çend caran hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran re hatibû astengkirin, lê 6 hefte demek pir dirêj e
Serokê Baroya Stenbolê yê Berê Turgut Kazan: Ev pêkanîn tê wateya astengkirina aştiyê û pêşî li aştiyê digire. Ev rewş ji binpêkirina hiqûqê girîngtir e.
Parlamenterê BDP’ê Hasîp Kaplan:  Kesên ku vê hevdîtinê red dikin, ji peywirdarên girtîgehê bigire heta wezaret, peywira xwe bi xirabiyê bi kar tînin. Ji ber ku hiqûq ne ji bo xirabiyê ye û li vir mafek tê binpêkirin. Astengiyek bi niyeta xirab heye.
Parêzer Fîkret Îlkîz: Ji ber ku binpêkirina mafan heye, parêzer dikarin serî li Wezareta Dadê, Meclîs, Serokkomar û Serokwezîr bidin. Bila serî li her derê bidin. Ger ev yek jî nebû, bila zû serî li DMME’yê bidin û daxwaza girtina biryarê ya ji bo tedbîrên lezgîn bikin.
Serokê Komeleye Hiquqnasên Hemdem Selçuk Kozagaçli: Ez dixwazim li vir du tiştan vebibêjim. Yek erênî, yek jî nerênî. A erênî ew e ku dewlet êdî Ocalan di pirsgirêka Kurd de weke aliyekê dibîne. Ji ber ku axaftin û neaxaftina wî ya bi riya parêzeran bandore li rayagiştî dike. Her tim dibêjin ‘Em hevdîtin pêk naynin, aliyek wiha tune ye, Ocalan ne muxatab e’ lê li aliyekê hevdîtina pêre asteng dikin û nahêlin nêrînên wî bi rayagiştî re were parvekirin, ev yek jî nîşan dide ku Ocalan di pirgirêka Kurd de xwedî bandorek mezin e. Her wiha astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê ya binpêkirineke gelekî mezin e. Lê li aliyekê din jî ev astengkirina hevdîtinê teza tevgera siyasî ya Kurd piştrast dike. Ev tez çi bû? Ocalan aktorê sereke yê pirsgirêka Kurd e, bi wî re muzakere bikin.