Kurdistanî û dostên wan li 20 bajarên li 9 welatên Ewrûpayê dawiya hefteyê komploya navnetweyî ya 9´ê Cotmehê rûreş kirin û doza azadiya Ocalan kirin. Xwepêşandêran ji saziyên Yekîtiya Ewrûpayê jî xwest bi erka xwe rabin da ku tecrîd bi dawî bibe.

Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin.

Bi banga dîwana hevserokatiyê ya KCDK-E û TJK-E’ê, li 20 bajarên 9 welatan çalakiyên protestoyî hatin kirin. Di çalakiyan de komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan a 9’ê Cotmehê û tecrîdkirina wî li Îmraliyê hate protestokirin û bêdengiya hikûmetên Ewrûpî hate şermezarkirin. Ji van, xebera wanên derketî pêş em li jêr didin.

FREIBURG: Li bajarê Elmanyayê Freiburgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Freibûrgê bi beşdarbûna Meclîsa Jinan Nûda, endamên Komeleya Çanda Elewî ya Freiburgê û gelek kesan pêk hat. Di mîtîngê de hat gotin, li ser Ocalan tecrîdeke giran heye û hat bibîrxistin ku demeke dirêj e ti agahî jê nayê wergirtin. Qisekeran got, ji bo azadiya Ocalan wê çalakî bidomin û bang li saziyên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin.

SAARBRUCKEN: Li bajarê Elmanyayê Sarbruckenê jî mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê  de gelek belavok hatin belavkkirin. Hevserokê NCDK ya bajêr, Dexîl Îbrahîm axivî û tecrîdkirina Ocalan û polîtîkayên şer ên dewleta Tirk rûreş kirin.

    Stuttgart

Li ser navê Partiya Marksîst Lenînîst a Elmanyayê (MLPD) Susanne Aaulenbacher jî daxwaza bidawîkirina krîmînalîzekirina Kurdên li Ewrûpayê kir. Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) jî Qashem  Agirman axivî û got, divê jinên Êzîdî li her derê doza azadiya Ocalan bi dengekî bilind bikin.

BREMEN: Li bajarê Elmanyayê Bremanê, bi sedan kes li pêşiya gara navendî ya trenê kom bûn û tecrîdkirina Ocalan protesto kir. Di çalakiyê de bi hinceta qedexekirina posterên Ocalan, polîs xwest çalakiyê asteng bike, lê xelkê gav bi şûn ve neavêt, bi al û posteran meşa xwe domand.

DARMSTADT: Li meydana Luisen a bajarê Elmanyayê Darmstadtê ji bo şermezarkirina komploya navnetweyî û azadiya Ocalan, çalakiyek hat lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn. Çalakvanan meş pêk anîn û dîsa vegeriyan heman meydanê û mîtîngek kir.

PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd li Fransaeyê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd (TJK-F) meş û mîtîng hate lidarxistin. Meşê ji meydana Republiqueê dest pê kir û heta Chateletê dewam kir. Di meşê de, pankarta li ser “Ji Ocalan re Azadî” nivîsandî hat rakirin û bê navber dirûşmeyên, “Kujer Erdogan, Hevkarê wê Ewrûpa” hatin gotin.

   

LIEGE: Li bajarê Belçîya Liegeê, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Belçîkayê (YJK-B) û Nav-Belê bi heman armancê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtînga li meydana Slambertê de bi pankartan bal hat kişandinî ser tecrîdkirina Ocalan û doza azadiya Ocalan hat kirin.

DEN HAAG: Bi tevlîbûna bi sedan welatiyan li bajarê Holandayê Den Haagê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de tecrîd û komploya li dijî Ocalan hate protestokirin. Di belavokan bal hate kişandina ser tecrîdkirinê.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd DEM-NED´ê Engîn Yurtsever anî ziman ku ew ê tecrîdê bişkînin û li Kurdistana azad bijîn. Komunîst û Sosyalîstên Tirk jî piştgirî dan çalakiyê.

ROMA: Li paytexta Îtalya Romayê, tecrîdkirina Ocalan bi meşekê hate protestokirin. Îtaliyan jî piştgirî da meşê. Di meşê de dirûşmên daxwaza azadiya Ocalan hatin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser rewşa Ocalan û bêdengiya hikûmetên Ewrûpayê hate şermezarkirin.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê bi çalakiyekê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.

   

Kurd û dostên wan ên li ser banga NCDK ya Swêdê û Meclîsa Jinan a Amarayê li pêşiya avahiya Federasyona Sendîkaya Karker a Swêdê (LO) kom bûn, bi pankartên xwe tecrîdê şermezar kirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin. Girse ji Meydana Norraboantorgetê dest bi meşê kir. Di çalakiyê de ji bo şikandina tecrîdkirina Ocalan, ji Yekîtiya Ewrûpayê hat xwestin ku zextê li dewleta Tirk bike.

GAVLE: Li bajarê Swêdê Gavleyê, Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad, li navenda bajêr ji bo rûreşkirina komployê û bi dawîkirina tecrîdkirina Ocalan belavok belav kirin. Ji ber elaqeya zêde, ciwanan malavahiya gel kir, û got, heta azadiya Ocalan ew ê têkoşînê bidomînin.

   

 NAVENDA NÛÇEYAN