Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî çû serdana HDP’ê. Di hevdîtinê de peyamên ‘Divê tecrîda li Îmraliyê were bidawîkirin’ derkete pêş.

Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya ku wezîrê berê yê karê navxweyî û edaletê yê Îslandayê Ogmundur Jonasson jî di navê de ye, çû serdana navenda giştî ya HDP’ê. Heyet bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Alîkarê Hevserokatiyê yê ji Karên Derve berpirsyar, Hişyar Ozsoy re rûnişt.

Têkoşîna li dijî tecrîdê heyatî ye

Hevserok Pervîn Bûldanê diyar kir ku der barê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ew bi heyetê re rûniştine û got, “Ji bo meseleya tecrîdê bikin rojev û danûstendinê bikin, li vê derê bi me re rûniştine. Ev hevdîtineke bi qîmet bû. Li gorî me di pêvajoyeke wisa de heyetên Yekîtiya Ewrûpayê piştgiriyê bidin me û ev heyet li welatên xwe meseleya tecrîdê bikin rojev û xebatên wan ên ji bo rakirina tecrîdê ji bo me muhim in.”

Gelê me dixwaze tecrîd rabe

Pervîn Bûldanê got, “Herî dawîn di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi rêzdar Ocalan re hevdîtinek pêk hat. Em dizanin ku herî dawîn di Tebaxa 2019’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtinek kiriye. Ev 7 meh in ti hevdîtin nayê kirin û ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Rêzdar Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye. Partiya me û gelê Kurd dixwaze tecrîd were rakirin. Hemû girtiyên li girtîgehan çawa malbat û parêzerên wan diçin serdana wan, mafê rêzdar Ocalan jî heye ku malbat û parêzerên wî jî hene ku biçin hevdîtia wî. Divê ev tişt ne li gorî kêfa hikumetê be.”

Em dixwazin hestiyariyê ava bikin

Endama heyetê parlamentera Partiya Karkeran a Ingilîstanê Julie Ward jî li vir peyivî û got, ew ji mêj vê pêvajoyê dişopînin û wiha dewam kir: “Vê tora hevgirtinê par di dema greva birçîbûnê de derket holê. Hevalên me yên niha berê endamên Delegasyona Îmraliyê bûn. Berê jî hatibûn vir. Tecrîdkirina Ocalan li Îmraliyê didome. Em dixwazin vê meseleyê li welatên xwe bidin fêmkirin û bihisyariyekê ava bikin. Em ê zextên xwe yên li ser hikûmetên xwe zêdetir bikin. Bi hevdîtina ligel HDP’ê, em bêhtir ji meseleyê agahdar dibin.”

Zext hene lê têkoşîn didome

Ward wekî din îşaret bi zextên dijwar ên li ser HDP’ê  kir û got, “Em dizanin ku zextên mezin li ser Kurdan tên kirin. Têkoşîn didome, em ê jî bi we re bin.”

Ward da zanîn ku wan ji bo hevdîtina bi Wezareta Edaletê ya Tirk re miracaetî meqamên fermî kiriye, lê heta niha jî meqamên Tirk ti bersiv nedane wan.

 

ENQERE