Buldan: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Herî zêde li Girtîgeha Îmraliyê hatiye kirin. Tecrîda di nava tecrîdê de ne tiştek e ku bê qebûlkirin. Divê tecrîdkirina Birêz Ocalan tavilê biqede. Hevseroka Giştî ya HDP’ê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdê de hatiye tecrîdkirin. Pervîn Bûldan û Berdevka Meclîsa Jinan, parlementera HDP’ê ya Agiriyê, Dîrayet Dîlan Taşdemîr têkildarî ‘cezayê dîsîplînê’ û tecrîdkirina Ocalan li avahiya HDP’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Bûldan di civînê de axivî û diyar kir ku ew dixwazin balê bikişînin ser êrişên li dijî Ocalan: “Parêzerên Ocalan di 6’ê Îlona 2018’an de ji bo hevdîtina bi Ocalan re daxwazname dan û daxwazname hat redkirin. Hinceta redkirinê jî cezayê dîsîplînê yê li Ocalan birrî ye. Di heman demê de girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê jî bi heman hincetê, hevdîtina wan hatiye redkirin. Bi vê biryarê re di 6’ê Îlonê de hevditînên bi Ocalan re 6 mehan hatine qedexekirin. Di biryara 2’ê Adara 2018’an de jî ji parêzeran re hatibû ragihandin ku mafên ragihandin, ziyaretvan û hevdîtinên bi telefonê hatine qedexekirin. 11 cezayên hucreyê yên ku di navbera salên 2005-2009’an de li Ocalan hatine birrîn û nameya wî ya di sala 2009’an de ya 156 rûpelî ji bo qedexekirinê hincet hatiye nîşandan.” Cezayên kevin înfaz nû ne Buldan bi bîr xist ku Ocalan ne kesekî ji rêzê û Îmrali jî ne girtîgeheke ji rêzê ye û wiha dewam kir: “Birêz Ocalan careke din di nava tecrîdê de hatiye tecrîdkirin. Birêz Ocalan, ev 20 sal in tecrîdkirî ye û demeke dirêj nekariye malbatê, heyetên siyasî û parêzeran bibîne.” Buldan ji rayedaran pirsî ka çima cezayên ji 2005´an heta 2009’an niha nû bicihtên anîn û wiha dewam kir: “Em dizanin ku edalet nîne, lê belê tiştekî manedar e ku hevdîtina Birêz Ocalan a bi parêzeran re piştî 13 salan tê astengkirin.” Sûcekî li dijî mirovahiyê ye Hevseroka HDP´ê Pervîn Buldan berpirsiyariya CPT û saziyên Ewrûpî jî bi bîr xist, xwest ew jî zend û bendan vemalin û berê gotinên xwe da rayedarên dewleta Tirk: “Bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin bi taybetî yên li Tirkiyeyê rû didin, nîşan didin ku divê hevdîtina bi Birêz Ocalan re tavilê dest pê bike. Em pê dizanin ku dema hevdîtin bi Ocalan re were kirin, Tirkiye wê ji nava krîz û kaosê derkeve. Me dît ku dema hevdîtin dihatin kirin krîz û kaos çênedibûn. Piştî ku deriyên Îmraliyê hatin girtin, hewldana darbeyê pêk hat. Birêz Ocalan di vê mijarê de hişyar kiribû. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Herî zêde li Girtîgeha Îmraliyê hatiye kirin. Tecrîda di nava tecrîdê de ne tiştek e ku bê qebûlkirin. Hem bi navê HDP’ê hem jî bi navê heyeta Îmraliyê dixwazim bibêjim, divê tecrîdkirina Birêz Ocalan tavilê biqede.”  MA /STENBOLLi

Li ber tecrîdê rabin

Kurdistaniyên li bajarê Elmanyayê Kasselê, tevî dostên xwe çalakî kirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dezgeheke agahdarkirinê danîn. Dezgeh li meydana Friedrîchplatzê ya li navenda bajêr hate danîn. Çalakgeran 3 saetan belavok belav kirin û îşaret bi tecrîda şidandî ya li dijî Ocalan kir. Di çalakiyê de bang li raya giştî hate kirin da ku li ber tecrîdê rabe. Di çalakiyê de her wiha hate bibîrxistin ku Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan li ser vexwendina fermî ya rayedarên dewleta Elman 28-29’ê Îlonê li Elmanyayê ye û hem Erdogan û hem jî hikûmeta ew vexwendî, hatin şermezarkirin. n ANF/KASSEL