ÎZMÎR: TAYDER'ê li Îzmîrê bi heman armancê li ber Sumerbanka kevin çalakî li dar xist. Di çalakiya piranî jîn tevlîbûn de pankarta "Rêbertiya azad temînata jiyana demokratîk û azad e" vekirin û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Zext me bêzarnakin" berz kirin. Serokê TAYDER'a Îzmîrê Sînan Demîrkan daxuyanî xwend û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê him derve him jî li girtîgehan mafê mirovan binpê dike. Demîrkan, greva birçîbûnê ya ev meheke li girtîgehan berdevam dike bi birxist. Demîrkan, anî ziman ku AKP di pirsgirêka Kurd de xitimiye û wiha got: "Rewşa heyî ji ber polîtîkayên AKP'ê yên pirsgirêka Kurd ên vala pêktên. Muhatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Abdullah Ocalan e." Demîrkan, da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an neya niha bi parêzeran re hevdîtin nekir û tê astengkirin.
STENBOL: Li Stenbolê jî TUAD'ê li Qada Galatasarayê bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Tecrîd na azadî şer na muzaker" vekirin. Li ser navê komê Serokê TUAD'ê Mahmut Taşdan, daxuyanî xwend û gotinên Serokwezîr Erdogan ên aramiya welat û aboriya welat baş bûye renekirin û wiha got: "Em sarinç û cilşoyan naxwazin. Em çareseriyê dixwazin." Taşdan, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwsatin demildest tecrîdê bi dawî bikin.
EDENE: Li Edeneyê jî TUHAD'ê bi heman armancê li ber Komeleya Çand û Demokrasiyê ya li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhanê daxuyanî da çepemeniyê. Li gel rêveberên komeleyê û BDP'ê gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê TUHAD'ê Ahmet Dogan daxuyanî xwende û diyar kir ku li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan her diçe zêde dibe. Dogan, bertek nîşanî astengkirina hevdîtina Rêberê PKK'ê ya bi parêzeran jî da û xwest ku demildest dest ji vê yekê bê berdan. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê Seyfettîn Aydemîr jî bal kişand ser 15'ê Sibatê û diyar kir ku tu kes nikare vîna gelê Kurd asteng bike.
AMED: Li Amedê jî TUHAD-DER'ê jî bi heman armancê li ber komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê TUHAD-DER'ê Sirri Dogan daxuyanî xwend û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li dijî têkoşîna gelê Kurd têkçûnekî dîrok dijî.
NAVENDA NÛÇEYAN