Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket rojeva meclîsa federal a Elmanyayê. Wekîlê Partiya Çep Michel Brandt, pirsa “Hûn ê CPT bixin nava liv û tevgerê ji bo biçe Îmraliyê?” li hikûmeta Merkel kir.
Xwe kerr û lal dikin
Tevî nerazîbûn û çalakiyên Kurdistaniyan jî li pêşberî tecrîdkirina Ocalan, dewletên Ewrûpayê bi taybetî jî hikûmeta federal a Elmanyayê bêdeng e.
Partiya Çep ji bo helwêsta hikûmetê ya li hemberî tecrîda Îmraliyê hîn bibe, mijar bir rojeva meclîsa federal a Elman.
Li ser mijarê wekil Michel Brandt ev pirs ji hikûmetê kir: “Gelo haya wê ji rewşa tendurisitya Abdullah Ocalan heye? Hikûmeta federal wê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê bixe nava tevgerê ji bo dîtina Ocalan û parlamenter Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye?”
Çarşemê wê bersivê bidin
Tê payîn ku di rûniştina Çarşemê ya Meclîsa Federal de, rayedarekî hikûmetê bersivê bide pirsên, wekîlê Partiya Çep Brandt. Tê texmînkirin, Wezareta Karên Derve yan jî Wezareta Edaletê, bersivê bidin pirsê ji ber ku muxatebê mijarê ew in.
BERLÎN