Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Baselê yê Swîsreyê hate şermezarkirin. Li dijî tecrîdkirina giran a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Swîsreyê Baselê çalakiyek hate lidarxistin. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî, li ser astengkirina hevdîtina Ocalan a bi malbat û parêzeran, belavok hatin belavkirin. Çalakiya ku bala Swîsreyiyan kişand, heta danê êvarê dewam kir. BASEL