Li bajarê Bîel ê Swîsreyê, Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan ji bo şermezakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her rojên Çarşemê bi rengekî bênavber çalakiyan lidar dixe. Kurdistanî û dostên wan li Zentralplatzê li hev civiyan û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Di çalakiyê de zarokan belavokên bi zimanên Îngilîzî û Elmanî yên li ser rewşa Ocalan belav kirin.

Li bajarê Rennes ê Fransayê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.  Li dû vê meşê, ku bi pêşengiya Komeleya Jinê ya Zîn hat organîzekirin, li Place de la Maîrîe çalakiya rûniştinê pêk hat.  


 BÎEL / RENNES