Wekîlên jin ên HDP’yî ji bo Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirna Ocalan di greva birçîbûnê de ye, li gel astengiya polîsan jî çalakî kir.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, tevî Koma Jinê li ber Girtîgeha Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê ku Leyla Guven lê girtî ye û ji 7’ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ye.

Polîsên Tirk dor li wekîlan girt û gef li wan xwar ji bo çalakiya xwe biqedînin. Polîsan ji bilî wekîlan, jinên din ji deverê derxistin û destûr nedan ku kesekî din xwe bigihîne wekîlên jin. Balkêş bû, dema daxuyanî dihate dayin balafirên şer ji herêmê rabûn.

Taşdemîr di destpêka daxuyaniyê de astengî û bêhiqûqiya li çalakiya wan, şermezar kir û got, “Ev helwêsta we, wê bi berxwedana me bê şikandin. Bi navê Koma Wekîlên Jin a HDP’ê, ji bo xwedî li wekîla xwe ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven derkevin û silavê lê bikin, em li vir in.”

Taşdemîr bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Dewleta li hemberî me, dewletek e ku hiqûqê nas nake. Dewlet hiqûqa xwe înkar dike û ev 3 sal in tecrîdê didomîne. Em zanin ku tecrîd li dijî demokrasiyê û azadiyê ye. Em dibêjin, em tecrîdê qebûl nakin.”

 

AMED