Duh Kurd bi boneya protestorkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Elegez a bajarê Akrbarana Ermenîstanê, çalakiyekê li dar xistin. Di mitînga ku piraniya beşdaran ji jin û ciwanan pêk dihat de Endamê Komîteya Kurdistanê Davût Karasû axivî û bal kişand ku tecrîda li ser Ocalan, li ser gelê Kurd tê meşandin. Karasû di berdewama axaftina xwe de got; “Tecrîda girankirî ya li ser rêberê me tê meşandin, li ser me tê meşandin. Ger ku em behsa vîna xwe bikin, em behsa ziman bikin, em behsa dîroka xwe bikin, bi giştî ku em behsa jiyana bi rumet bikin, navê wê yekê ye Rêber Abdullah Ocalan. Lewra yên ku vîn, ziman, dîrok, fikir û hemû jiyan bi rumet dayî me û em afirandine rêber Apo ye. Ê ku her tiştê me afirandiye dema ku tecrîd li ser wî tê meşandin, li ser me tê meşandin û li dijî vê rabûn erkê me yê herî sereke ye.” Karasû wiha domand; “Yên ku li vî erkî xwedî dernekevê, dev ji welatparêziyê berde, mirov ji mirovbûna wan dikeve gumanê. Ev zilm û zora ku li ser rêberê me, gelê me, li ser rewşenbîr, nivîskarên me tê meşandin em şemezar dikin û em soz didin heya dawî yê em ê li van nirxên xwe yên bi rumet xwedî derbikevin.” Piştî mîtingê hunermendê Kurd Hozan Diyar û mîrê bilurê Egîdê Cimo konsereke bi hev re dan.
ÊRÎVAN