Li bajarê Elmaya Hagenê, bi armanca şermerzarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,b i sedan kes meşiyan. Di meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve hat organîzekirin de, bi qasî 400 kes amade bûn.
Girseya gel di meşa li kolanên qelebalix ên Haganê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî", Farqîn ne bi tenê ye" qîriya. Mîtînga li dû meşê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên li vê derê de hat xwestin ku tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin, êrîşên li dijî Farqînê bên bidawîkirin û bersiv ji daxwazên xwerêveberiyê re bê dayîn.
Li bajarê Dusseldorfê, çalakiya bi pêşengiya Tevgera Jinê û Navenda Civaka Demokratîk a Dusseldorfê hat lidarxistin de, dokûmantera bi Elmanî ya ji 50 deqeyan a bi navê "Ocalan azadî û pirsgirêka Kurd" hat nîşandan. Di çalakiyê de li ser tecrîda li ser Ocalan û terora dewletê ya li hemberî Farqînê bi sedan belavok hatin belavkirin.
Li bajarê Elmanya Stûttgartê, Ciwanên Azad Stûttgartê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xist. Çalakiyên ciwanan wê di çarçoveya kampanya "Xwedî derkevin" de dewam bike. iwanan dan xuyakirin ku wê di rojên pêş de hin rêze çalakiyên din lidar bixin û banga beşdariyê kirin.
Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan, Komuna Jinê ya Nûda çalakiya rûniştinê pêk anî. Çalakî li ber avahiya Şaredariya Freîbûrgê bi qasî saet û nîvekê dewam kir. Di çalakiyê belavoka NAV-DEM'ê hat xwendin û belavkirin. Her wiha bal hat kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike.
Li aliyê din, li Kehlê jî endamên Însiyatîfa Jinên Kurd, ji bo balê bikişînin ser rewşa Ocalan dosya pêşkêşî rêxistinên siyasî yên Elman kirin.
Li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN