Kurdistaniyên li navçeya Mîçûrînsk a Tambovê ya li Rûsyayê, daxuyaniyek dan çapemeniyê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. 

Kurdistaniyên navçeyê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina giran a li dijî Ocalan, civîneke çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî ji aliyê Meclîsa Gel ve hate dayîn û hat gotin, “Faşîzma AKP’ê dixwaze vîna gelê Kurd bişikîne û teslîm bigire. Her kesên li pêşberî terora dewletê bêdeng e, hevparê vê terorê ye.”

Der barê tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat gotin, “Erdogan-Bahçelî bi rêya tifaqeke qirêj dixwaze vîna Kurdan bişikîne. Di vê çarçoveyê de tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan roj bi roj dişidîne û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Em bang li hêzên navneteweyî dikin, ku pêşî li van lîstikên gemarî yên dewleta Tirk bigirin.”

Piştî daxuyaniyê, girse bi gotina dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” belav bû. 


 TAMBOVÊ