Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, û daxwaza azadiya wî li Ewrûpayê dewam dikin.  Li bajarê Fransayê Toulouseê, ji bo azadiya Ocalan meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Girse saet di 17:30´an de li meydana Capitolê civiya û piştî rêzgirtina ji bo bibîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê, meşê dest pê kir.

Girseyê bi dirûşmeyann “Azadî ji Ocalan re”, “Çareseriya siyasî ji Kurdistanê re” xwest û piştî meşa li nava bajêr li meydana Capîtol mîtîngek li dar xist.

Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Toulouseê Alî Ataç axivî û got, “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 18 sal in di nava tecrîdeke giran de ye. Divê em vê rewşê qebûl nekin.”

Ataç destnîşan kir, ku gelê Kurd nema dikare xwe li vê yekê rabigire. Piştre belavoka Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê hate xwendin û bang li Yekîtiya Ewrûpa û hemû dewletên wê hat kirin, ku li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin. 


 ANF / TOULOUSE